Ji sala 2015'an heta îro li Cizîrê çi qewimî?

  • 09:07 12 Kanûn 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Di ser qedexeya ku li navçeya Cizîrê hat ragihandin re 5 sal derbas bûn. Ji wan rojan tenê gotinên "Me serî netewand" di bîra mirovan de man. Lê êşa ku hat jiyîn hîna wekî roja ewl di dilê mirovan de nû ye.  
 
Dema meha Kanûnê tê, dîrok Cizîrê nîşan dide: 14’ê Kanûna 2015. Qedexeya derketina derve ya navçeya Cizîr a Şirnexê ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin heta 2’ê Adara 2016’an berdewam kir.  Vê qedexeyê 79 rojan berdewam kir. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî di nav wan de di encama  vê qedexeyê de nêzî 300 kesî jiyana ji dest da û bi sedan kes birîdar bûn. Di dema operasyonê de ji ber çekên giran hatin bikaranîn nêzî 3 hezar xaniyên li taxên Yafes, Sûr, Cudî û Nurê zirar dîtin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ev qedexe wekî “Tabloya dişibe qiyametê” pênase kiribû.
 
Gav bi gav ber bi qedexeyê ve
 
Di 13’ê Tebaxa 2015’an de şêniyên Cizîrê xwestibûn mafê xwe yê xwe bi xwe rêvebirinê bi kar bînin û xweserî îlan kiribûn. Ji ber vê biryara gel  hikûmeta wê demê li dijî siyasetmedarên kurd operasyonên girtin û binçavkirinê dan destpêkirin. Li dijî operasyonan li taxên Sûr, Yafes, Nûr û Cudiyê endamên YPS’ê ji bo parastina xwe bikin hendek û barîkat ava kirin. Piştî hendek û barîkatan di 4’ê Îlona 2015’an Waliyê Şirnexê qedexeya derketina derve îlan kir.
 
Jinan hem taxên xwe parastin û hem jî nan pêjandin 
 
Ji roja yekem a qedexeyê de şêniyên Cizîrê ketin berxwedanê û taxên xwe parastin. Li hember berxwedana gel, leşker û polîs li ser banên avahiyên bilind hatin bicihkirin û hemû her kes hedef girtin. Jinên Cizîrê, tevlî berxwedana li taxan bûn hem taxên xwe parastin hem jî nanê xwe pijandin. Li dijî gûleyên hatin avêtin jinên Cizîrê bi tilîlî û çepikan bersivê didan û şermezar dikirin. Li Cizîrê di qedexeya ku di serî de 9 rojan berdewam kir de 22 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.    
 
'Me tu kes di odeyên gazê de neşwitandin'
 
Di şerê qedexeya derketina kolanan  ku di 14’ê Kanûna 2015’an hat îlankirin de ji ber şer bi hezaran mirov ji cih û warên xwe koçber bûn. Hevserokên Meclîsa Gel Mehmet Tunç û Asya Yuksel, siyasetmedar, rojnameger û gelek kes di jêrzemînan de asê man, hatin şewitandin û hatin qetilkirin. Îro jî Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylu jêrzemînin Cizîrê jibîrkirine û bertek nîşanî şibhandina xwe ya Hîtler da û got “Me tu kesî di odeyên gazê de neşewitandine.”
 
Lê sed sal derbas bê jî tu carî gotinên Mehmet Tunç ku digot; "Me serî netewand. Mirovên ku sax mane bi me serbilind bin û Cizîrê nakeve” nayên jibîrkirin. Êşa ku şêniyên cizîrê jiyan hîna wekî roja ewil nû ye.
 
Li ser cenazeyan TOKÎ hatin çêkirin
 
Piştî qedexeyan li cihê ku gelek kesî jiyana xwe ji dest da xaniyên TOKÎ'yê hatin avakirin. Malbatên ku berê xaniyên wan li wir bûn xaniyên TOKÎ red kirin. Lê qada înşaetên TOKÎ bi têlan hat dorpêçkirin û destûr nehat dayîn ku kesek nêz bibin. Her wiha li gorî agahiyan hêj jî li cihê TOKÎ ku tên avakirin cenaze hene. Malbatên ku hêvî dikin bigihîjin cenazeyên zarokên xwe wiha dibêjin: “Hêviya me bi tenê ew e ku em cenazeyên zarokên xwe bigirin û bila gorên wan hebin.”
 
Cinazeyên winda
 
Navê 14 kesên ku cenazeyên wan nehatine dîtin û malbatên wanji bo DNA’yê xwîn danewiha ne:
 
Ferîde Yildiz, Sakîne Durmuş, Mardîn Çelebî, Hacer Arslan, Osman Gokhan, Huseyîn Dervîş, Servet Aslan, Îdrîs Susîn, Alî Aslan, Cemal Pûrlek, Emrah Aşkan, Osman Esmeray,  Mustafa Keçanlu ve Emrah Aşkin.  
 
Dosye yek bi yek tên girtin
 
Ji bo kesên hatin kuştin doz hatin vekirin. Lê ew doz yek bi yek bê encam bi dawî bûn û hewce bi lêpirsînê nehat dîtin. Heta niha der barê 70 kesên hatin kuştin de dosyaya wan bê encam bi dawî bû û lêpirsîn hat betalkirin. Biryara bêşopandinê hat dayîn. Der barê gelek kesên jiyana xwe ji dest dan jî bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" biryara kuştina wan li gorî hiqûqê ye dan.
 
Cizîr bûye girtîgeheke vekirî... 
 
Piştî qedexe bi dawî bû, li gelek kuçe û kolanan nokteyên kontrolê hatin danîn. Ligel nokteyên kontrolê li hemû kolanan zêde bûye jî dîsa di nava zarok û ciwanan de tiryak zêde bûye. Ji aliyek dinê ve jî qedexeyên Walîtiya Şirnexê xilas nabin, qedexe li ser qedexeyan îlan dike. Her wiha piştî qedexeyê, li serê her kolan û kûçeyê maşîneyên zirxî û polîs hatin bicihkirin. Dema mirov di kolanan de digere piştî çend gava rastî polîs û maşîneyên zirxî tê. Her wiha piştî qedexeyê kamerayên mobeseyê li kolan û kûçeyan hatin zêdekirin. Mirov dikare bêje ku Cizîr bûye girtîgeheke vekirî. 
 
Piştî qedexeyê bikaranîna tiryakê zêde bû!
 
Bi taybetî piştî qedexeyan dibistan bûn qereqol û zarokên lîse û dibistanên navîn dest bi tiryakê kirin. Tevî ku li hemû kolan û kuçeyan kamerayên MOBESE hene jî dîsa tiryak zêde bûye. Tê diyarkirin ku temenê kesên tiryakê bi kar tînin daketiye 12 salî. Bikaranîna tiryakê bi taybetî jî li taxên Sûr, Cûdî, Yafes û Nûrê li pêş e û li vir li dijî gel polîtîkayeke taybet tên meşandin. Hikûmet, ciwanên ku tiryakê bikartînin piştgûh dike. 
 
Berxwedan mezin dibe
 
Li  dijî qedexeyên ku zêde bûne jî li bajêr sekna gel û berxwedana wan berdewam dike. Gelê Cizîrê li hember polîtîqayên taybet li heremê tê meşandin berxwedan û têkoşîna xwe mezin dike.