'Israra me wê serkeftinê bi xwe re bîne'

  • 09:02 12 Kanûn 2020
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
EYN ÎSA - Jinên Kurd û Ereb ên gundewarên navçeya Eyn Îsa û Girê Spî di derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser navçeyê de wiha gotin: "Em ji êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê natirsin û em bi israr in li gundê xwe bimînin, wê serkeftin para me be."
 
Piştî dewleta tirk û komên girêdayî wê Kantona Girê Spî û Serêkaniyê, kirin bin kontrola xwe şûnde şêniyên li wir bi zorê hatin koçberkirin û malbatên komên girêdayî dewleta tirk li wir hatin bicihkirinin. Niha dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşên xwe li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên kantona Girê Spî girantir kirine. Herî zêde êrîş li ser gundê Korhesen, Kopirlik, Erîda, Mielek, Seyda, Kampa Eyn Îsa ya Bakurê navçeya Eyn Îsa û derdora navçeyê tên kirin. Gelek caran balafirên keşfê yên dewleta tirk li ser navçeya Eyn Îsa, Çelebiyê û gundewarên wê digerin. Li gor çavkaniyan, artêşa dewleta tirk di çarçoveya xurtkirina hêza xwe ya di herêmên kiriye bin kontrola xwe de, dest bi avakirina baregeheke leşkerî li nêzî rêya M4 kiriye.
 
Di vê çarçoveyê de jinên ji pêkhateyên Kurd û Ereb di derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de axivîn.
 
'Em şer naxwazin em aramiyê dixwazin'
 
Yazê Elî ya ji pêkhateya ereb e û li gundê Maibûce yê girêdayî Navçeya Eyn Îsa dijî, di derbarê êrîşan de wiha got: "Jiyana me baş e, lê rojane top tên li gundê me dikeve. Ruxmî ku tirs heye dîsa jî em jiyana xwe ya rojane didomîn. Niha rewşa me baş diçe, çend rojan berê çar fûze li dibistana gund ketin û di encamê de dibistan xira bû, car caran top li gund bi xwe jî dikevin. Dema ku gund tê topbarankirin, yekser em xwe dixin hundirê malê û derî li ser xwe digirin, ji ber ku zarokên me biçûk in û ditirsin.  Dema ez sibehê radibim, ez li xwezayê mêze dikim, taybet niha zivistan e ya herî xweş dema ku roj derdikeve û xweza reng reng dibe ye, ev kêfxweşiyê dide mirovan. Lê dema ku dengê topan tê jiyana me vediguhere tirsê, em dihizirin em bi ku ve biçin, lawir û zarokên xwe çawa  bi cih bikin. Em dixwazin şer bisekine û jiyaneke aram bijîn. 5 zarokên min hene, destpêkê em li Eyn Îsayê bûn di dema şer de em neçar bûn koçberî vî gundê bibin, me ev gund çêkir û jiyan di vî gundî de domand.  Lê dîsa jî em niha di nava şer de ne, heya vê derê jî dewleta tirk û çeteyên xwe êrîşî me kirin, ev çete û serkêşê wan Erdogan dest ji me bernadin. Zarokên min dixwendin, lê ji ber qedexeya derketina derve niha dibistan hatine girtin. Di heman demê de ji ber şer jî dibistan hatine girtin, em silametiya şervanan dixwazin. Daxwaza me şer bê sekinandin jiyan aram bibe û her kes vegera mala xwe."
 
'Ji ber sedema şer em ji xwendinê bêpar mane'
 
Zaroka bi navê Beyda Ebid Îsa ji pêkhateya ereb e û di heman gundî de dijî, ji ber tang û topan nikare bi hevalên xwe re bilîze û biçe dibistana xwe û wiha dibêjê: "Her roj çete êrîşî gundê me dike, ez dixwazim vegerim gundê xwe. Gundê me her roj rastî topbaranê tê, çend rojan berê dewleta tirk û çeteyan êrîşî gund kirin û di encamê de zarokek birîndar bû.  Li vir rewş ne aram e em zarok naxwazin bibin qurbaniyên şer. Em dixwazin biçin dibistanê û bi hevalên xwe re bilîzin."
 
'Çi dibe bila bibe em ê li ser axa xwe bijîn'
 
Dayika bi navê Sebîha Xişman a ji pêkhateya Kurd e û ji gundê Bîr Erebê yê girêdayî Kantona Girê Spî ye, derbarê êrîşên dewleta tirk de wiha nêrîna xwe bi me re parve kir: "Ji dagirkirina Girê Spî û heya roja îro em bi êrîşan re rû bi rû mane. Dema ku top li gundê me dikevin zarok ditirsin û ranazin. Dewleta tirk û çeteyên wê çi ji me dixwazin, me bi wan çi kiriye? Gunehê me tenê ew e ku em Kurd in û li ser axa xwe dijîn. Êdî bes e ji dewleta tirk re, em niha berê xwe bi kijan warî ve bikin, ev axa me ye û bi salan e me ked di ber vê axê de daye. Bi hezaran şehîdan xwîn rijandin û ev ax ji dagirkeran parastin. Ruxmî her roj topbaran li ser gund hene jî, em gund bernadin. Ji bo em careke din  koçber nebin, em ê li gund bimînin û di nava topan de bijîn." 
 
'Gundê me rojane tê topbarankirin'
 
Jina ciwan a bi navê Emîne Baqir ji pêkhateya Kurd e û li gundê Bîr Erebê dijî li ser êrîşên dewleta tirk wiha axivî: "Em dest ji têkoşîna xwe bernadin û em ê li ser axa xwe bijîn. Rast e niha jiyan gelekî zehmet e, di aliyekî de şer û li aliyê din Vîrûsa Koronayê heye, lê dîsa jî em bi israr in li ser axa xwe bijîn. Tu kes wê nikaribe vîna me têk bibe ne dewleta tirk û ne çeteyên girêdayî wê. Îro bi saya şervanan em li gundê xwe dijîn, ji bo vê jî em şervanên xwe bi tenê nahêlin û em ê  her tim li kêleka şervanên xwe bin. Rojane dewleta tirk û çeteyên wê gundê derdora Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin. Dewleta tirk dixwaze gel ji gundan koçber bike, da ku demografiya herêmê bide guhertin.  Em di nava topandan dijîn, ji ber mirov dema koçber dibe, naxwaze ji bilî gundê xwe li tu gundên din bijî. Tu carî wê êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li hember hebûna me nebe asteng. Daxwaza me ew e ku Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn bê rizgarkirin û gel vegere warê xwe."