'Jin bi têkoşîna xwe bûne xwedî biryar'

  • 09:01 12 Kanûn 2020
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Jinên ji hemû pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di derbarê pêşketinên di sala 2020'an de û mafê ku Rêveberiya Xweser daye jinan axivîn û wiha gotin: "Di nava Rêveberiya Xweser de hemû pêkhateyan mafê xwe bi dest xistin û bi saya pirojeya neteweya demokratîk îro jin rola xwe di nava hemû qadên jiyanê de dilîzin." 
 
Bi salane jin tên qetilkirin, tundî li wan tê kirin ji komkujiyan re derbas dibin, hêzên hegomonîk û desthiladar li ser jinê tundiyek mezin dane meşandin. Tenê ji jinan re sînorek danîne û hiştiye ku jin tenê xizmeta mal û zarokan bike. Bi avakirina pirojeya neteweya demokratîk û demezrandina Rêveberiya Xweser re jinan xwe nas kirin û mafên xwe bi dest xistin. Di 10 salên şoreşê re jinan cihê xwe di nava hemû qadên mîna siyasî, leşkerî, aborî, çandî, perwerde û civakî de girtin. Di heman demê de pirojeya gelan hişt ku hemû pêkhate li dîroka xwe vegerin û ziman, çand û hebûna xwe li ser rûyê erdê zindî bikin. Di vê çarçoveyê de hemû pêkhateyên jin ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivîn.
 
'Jinan hêz û têkoşîna xwe xurtir kirin'
 
Jina bi navê Bêrûla Yusif a eslê wê Suryan e û li navçeya Tirbêsipiyê dijî, cihê xwe di nava Çand û Hunerê de digire û di heman demê de Endama Desteya Komeleya Xêrxwaziyê ya Suryaniyan de ye. Bêrûla di derbarê pêşketinên ku jinên Suryanî di nava vê salê de çêkirine axivî û wiha got: "Di civakata Suryanan de jin girîng e. Bi avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re jinê cihên xwe di nava beşên mîna siyasî, leşkerî, hunerî, civak û aborî de girtin. Jinê di hundir wan saziyan de li hemberî civakê hin bend şikandin û bûne pêşengên jinên têkoşer. Rêveberiya Xweser mafê me wek Suryan daye me. Di projeya netewa demokratîk de jin bûn xwediyê însiyatîf û cihê biryarê. Me jî wek Suryan hêzên xwe yên leşkerî ava kirin û di hemû pêngavan de cihê xwe bi awayekî çalak digirin."
 
'Divê em xwedî li deskeftiyê derkevin'
 
Hevseroka Komîteya Kar û Barê Civakî ya bajarê Minbic û gundewarên wê Esmai Remo ya ji pêkhateya Tirkmen e, di axaftina xwe de behsa guhertin û veguhertinên ku di 2020'an de hatine kirin, kir û wiha pê de çû: "Beriya Rêveberiya Xweser û projeya netewa demokratîk bê avakirin mafê jinê di mal û kar de tunebû. Piştî bajarê Minbicê hat rizgarkirin û şûnde sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser hatin avakirin, di hundir van saziyan de jinan cihê xwe girtin. Pergala herî baş û serkeftî pergala hevseroketiyê ye, ji ber dema ku biryar bê dayîn divê herdu hevserok biryarê bi hev re bidin û li gor wê biryarê tev bigerin. Îro em bala xwe bidên jin bûne cihê biryarê û kêm zêde gihiştine mafê xwe. Em wek pêkhateyên Tirkmen di nava hewildanan de ne ku hemû jinan bi awayekî baş tevlî kar bikin. Ji ber li Rojavayê Kurdistanê gelek deskeftî bi saya jinê hat bidestxistin, ji bo wê divê em xwedî li deskeftiyê derkevin." 
 
'Jin bûn pêşeng û çareserî'
 
Hind Daxistan a ji pêkhateya Çerkes e û Endama Partiya Sûriye Pêşeroj e û niha li bajarê Minbicê dijî wiha got: "Di aloziya şerê Sûriyeyê de zirara herî zêde gihîştê jin bû. Di nava van aloziyan de hemû pêkhate para xwe girtin. Bi hebûna projeya netewa demokratîk jinan gavên pir mezin avêtin û di hemû kar û xebatan de him bûn pêşeng û him jî bûn çareserî. Projeya netewa demokratîk projeyek serkeftî ye, ji ber azadiya jinê bingeh digire. Ew 10 sal in jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember hêzên hegemonîk û desthilatdaran destkeftiyên pir mezin bi dest xistin û divê em weke jin deskeftiyên xwe biparêzin. Di nava pergala Rêveberiya Xweser de hemû pêkhate bi dilekî rihetî bi zimanê xwe diaxivin û çanda xwe dijîn. Em jî weke pêkhateyên Çerkes bi gelek komkujiyan re derbas bûn, lê îro em hene û em ê bi têkoşîna jinê mohra xwe li dîrokê bixin." 
 
'Jina ereb di nava kar û xebatê de xwe nas kir'
 
Desteya Rêveber a Rêveberiya Sivîl a bajarê Minbiç û Gundewarên wê Nûr Hamîd ji pêkhateya Ereb e. Nûr qala pêşektin û hebûna jinên ereb a di nava civakê de kir û wiha domand: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember çeteyên DAIŞ'ê û dijminê jinan têkoşînek pir mezin dan meşandin. Piştî em ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûn me xweseriya xwe ava kir û hemû pêkhate xwedî li nasname û hebûna xwe derketin. Em weke pêkhateyên ereb me gavên gelek mezin avêtin û îro em di nava kar, xebat û civakê de pêşengtiyê dikin. Di dema Rejîma BAAS'ê de jinê tenê dikaribû karê mamostetiyê bike, lê piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinê êdî cihê xwe di nava qada leşkerî, perwerde, siyasî û aborî de girt. Elbet ev pêşketin jî bi saya bi hezaran şehîdan û bi saya pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk hatin."   
 
'Pirojeya me pirojeyeke serkeftî ye'
 
Herî dawî jina bi navê Suad Etî ya ji pêkhateya Kurd e û di Şaredariya Navçeya Şêranê de cih digire wiha got: "Jina Kurd jî wek hemû pêkhateyên din tenê di asteke teng de mabûn, lê piştî Rêveberiya Xweser hat damezrandin êdî hemû jin hembêz kirin. Di nava pergala Rêveberiya Xweser de hemû jin cihê xwe di nava pergala hevserokatiyê de digire ev yek jî wekheviyek di nava pergala me de ava dike. Projeya netewa demokratîk deriyek pir mezin ji jinan re vekir. Îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikarin gelek perwerdeyên civakê bi rê ve bibin. Her wiha em bi hêzên xwe yên leşkerî hebûna xwe diparêzin û niha di nava hêzên YPJ'ê de gelek pêkhate cihê xwe digirin ev yek jî hemû bi bedelên giran pêk hatin."