Şêniyên Helebê ji bo tecrîdê daketin qadan

  • 16:56 11 Kanûn 2020
  • Rojane
HELEB - Kongreya Star a bajarê Helebê bi meşeke girseyî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullaha Ocalan şermezar kir. 
 
Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê bi dirûşma "Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re dem dema azadiyê ye" tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Her wiha bi sedan şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" hatibûn hildan. Meş ji jêrzemîna Yasîn a taxa Şêx Meqsûdê hat destpêkirin û heta taxa Eşrefiyê dewam kir.
 
'Kilîda aloziyan li gel Rêber Apo ye' 
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Sûad Hesen tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Pêvajoya ku niha em tê re derbas dibin pir hesase. Niha li Rojhilata Navîn şer giran dibe û li her derê alozî hene. Kilîda van aloziyan li gel Rêber Apo ye. Bê Rêber Apo tu pirskirêk çareser nabe.  Dijminê kurdan dixwazin di şexsê Rêber Apo de Gelê Kurd tune bihesibînin. Niha jî tecrîdek girankirî li Îmraliyê tê meşandin, em vê tecrîdê şermezar dikin û ji bo em vê tecrîdê bidawî bikin em ê her li qadan bin. 
Destkeftiyên ku heta niha me bi dest xistine hemû bi saya Rêber Apo ye, ji bo ku em van destkeftiyan biparêzin em ê li hember hemû zordariyan xeta têkoşînê hilbijêrin."
 
Meş bi dirûşma "Bê Seroka jiyan nabe" bi dawî bû.