Serdanên KCD'ê di roja pêncemîn de berdewam dikin

  • 14:01 11 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Heyeta ku Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Bedran Oztur  ji di nav de heyî li navçeya Hezêxê bi gel re civîn li dar xist. Di civînê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Berdan bal kişand ser êrîşên li dijî Gelê Kurd û got:" Êrîşên wan têkçûna wan nîşanî me dide."
 
Heyeta Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk jî di nav de, li navçeya Hezexê ya Şirnexê li avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê civîna gel li dar xist. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hûseyîn Kaçmaz jî tevlî civînê bûn. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
'Dikujin,digirin û qetil dikin' 
 
Di civînê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Oztûrk axivî. Berdan, li ser geşedanên dawîn ên li Tirkiyeyê nirxandinin kir. Berdan got ku li dijî çar perçeyên Kurdistanê êrîşeke topyekûn heye û wiha got: "Dagirker li çar perçeyên Kurdistanê ji bo ku Gelê Kurd nebe xwedî mafek çi ji destê wan tê dikin. Dikujin,digirin û qetil dikin. Dema ku em li dîroka Tirkiyeyê jî dinêrin bi  heman nêzîkatiyê re em rû bi rû ne. Kengî Gelê Kurd  gotiye ez mafê xwe dixwazim,ewqas êrîşên xwe zêdekirine. Bi van êrîşan armanc kirine ku daxwazên Gelê Kurd ji nedîtî ve bên û bê statû bihêlin. Lê Gelê Kurd li dijî van zextan her li ber xwe daye." 
 
'Polîtîkayên xwe li ser tunekirinê didomînin'
 
Di 40 salan de gelê me berdelên herî giran dan. Dema ku em  5 salên paşîn dinêrin faşîzma AKP û MHP'ê tiştê ku nekiribûn di van 5 salan de pêk anîn. Di salên 90'an de gundên me xera dikirin, lê di van 5 salên dawî de bajarên me jî hilweşandin û şewitandin. Plana têkbirinê amade kiribûn. Di vê planê de armanca wan tunekirina gelê kurd û tasfiyekirina sazî û dezgehên kurd bû. Lê di van 5 salên dawiyê dinêrin ne gelê kurd ew hatine asta xelasbûnê. AKP û MHP çima îro di vê rewşê de ne? Ji ber ku berxwedana gel ew têk birin. Tu êrîşên wan encam negirtin. Dibêjin ku pirsgirika gelê kurd em ê bi çekan ve çareser bikin. Heta niha kê gotiye ku  ez ê pirsgirika kurd bi çekan çareser bikim, bi xwe xelas bûne û çûne. Em vê ji Tansu Çîleran, Suleyman Demîrelan dizanin. Îro ev aqûbete wê bê serê Dewlet Bahçelî û Erdogan jî.  Ew jî baş dizanin ku pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibêje, 'Hûn bi çekan nikarin pirsgirika heyî çareser bikin, rê û rêbazên vê diyalog û muzakere ye.' Di salên 2013-2015'an de encamên vê gotinê herkesî dît. Emerîka jî xetimiye, Avrupa jî xetimiye û Rojhilata Navîn jî vê yekê dibîne. Bi rêbertiya birêz Ocalan, alternatîfa Rojhilata Navîn heye. Alternatîf ne tenê ev pergala heyî ye. Êrîşên wan têkçûna wan nîşanî me dide." 
 
Piştî axaftinan civîn bi nirxandinên gel berdewam kir.Piştî civîna gel heyetê esnaf û malbat ziyaret kirin.