Pinar Saîp: Xebatkarên tendurustîyê bi mirinê re rû bir û dimînin

  • 13:29 11 Kanûn 2020
  • Rojane
 
STENBOL -  Serokê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Pinar Saîp, got kedkarên tendurîstîyê di rîskê de ne, ji bo pêşî li şewba koronayê bê girtin pêwist e hemû cih bên girtin.
 
Serokê Odeya Bijîşkan, bi armanca bîrnaîna Bijîşk Mustafa Kartal û kedkarên tendurustîyê ku ji ber koronayê (Kovîd-19) jîyana xwe ji dest dabûn li ber nexwaşxaneyeke teybet a Uskudarê daxûyanîyek da. Bi tevî Serokê Odeya Bijîşkan Prof. Dr. Pinar Saîp û endamên rêveberîyê, gelek xebatkarên tendurîstîyê beşdarî bîranînê bûn. Di daxûyanîyê de pankarteke li ser “ Êdî bes e! Ji bo pêşî li mirinê bê girtin, girtin pêwist e” hat vekirin. Pinar bi lêv kir ku hejmara bijîşkên nexwaş jî bi zelalî nayê dayîn.