Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin

  • 12:29 11 Kanûn 2020
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Gireva Îmraliyê dimînin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Gireva Îmraliyê dibin tecrîdek giran deye, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo ku biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. 
 
Di heman demê de, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî, bi rêya parêzeran serî li heman dozgeriyê dan. 
 
Malbata Ocalan herî dawî piştî 21 salan, di 27’ê Nîsanê de cara yekem bi telefonê hevdîtin pêk anîbû. Hevdîtina telefonê ya piştî 21 salan ku yekemîn car hat bikaranîn, di 7'ê Îlonê de ji bo 6 mehan hat qedexekirin. Li aliyê din derket holê ku di 30'ê Îlonê de, hevdîtina bi malbatan re jî, hatiye qedexe kirin.