'Rêveberiya Xweser berjewendiyên gel bingeh digire'

  • 09:02 11 Kanûn 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên ku li Kantona Şehbayê dijîn têkildarî alîkariya Rêveberiya Xweser dan zanîn ku tevî dorpêça rejîmê ew hewil didin debara jiyana xwe bikin û wiha gotin:"Tevî ku em di rewşên zehmet de dijîn û dorpêç jî li ser Şehbayê heye, Rêveberiya Xweser pêdîviyên me yên esasî  peyda dike. Rêveberiya Xweser berjewendiyên gel bingeh digire. "
 
Aloziya li Sûriyeyê dibe sedem ku gelên li wir dijîn bi rewşên aborî yên dijwar re rû bi rû bimînin. Vê rewşê gelek zirar gihanede mirovan, taybet mirovên ku li herêmên di bin serweriya rêjîmê de dijîn. Heta niha pêdiviyên esasî yên jiyanê mîna nan li wan herêman zor tên peydakirin û ger bê peydakirin jî bi buhayên pir bilind tê peydakirin. Herêma Şehbayê jî ji aliyê rejîmê ve hatiye dorpêçkirin. Tevî dorpêçê jî Rêvebriya Xweser bi derfetên xwe yên kêm jî nanê rojane ji gel re peyda dike. Her wiha erzan dide. Têkildarî mijarê jinên ku li Kantona Şehbayê dijîn, derbarê alîkariya Rêveberiya Xweser de axivîn
 
'Rêveberiya Xweser alîkariya me dike' 
 
Jina bi navê Heyfa Elî ku ji niştecihên Kantona Şehbayê ye û li navçeya Fafînê dijî bal kişand ser alîkariya Rêveberiya Xweser a tevî dorpêça û wiha got: "Ruxmî ku em di nava dorpêçekê de dijîn, lê dîsa Rêveberiya Xweser alîkariya me dike û pêdiviyên me pêk tîne. Em rojane nanê xwe dibin, em tu carî li bendê nan li ber sermê û germahiyê nasekinin. Kîloya nan bi 25 lîreyên Sûriyê ji me re tê firotin. Li gor herêmên ku di bin serweriya Rêjîma Sûriyeyê de ne, rewşa me baştir e. Şêniyên ku li aliyê hikûmeta Sûriyeyê dijîn, rojane li ber deriyê firinê ne û hin caran kesên temenmezin ji ber sermayê jiyana xwe ji dest didin. Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin. "
 
'Rêveberiya Xweser berjewendiyên gel bingeh digire'
 
Jina bi navê Meryem Henan ku ji koçberên Efrînê ye û li navçeya Fafîn a Şehbayê bi cih bûye da zanîn ku li herêmên Rêjîma Sûriyeyê gelek kes bi buhayên pir bilind nan dikirin û wiha pê de çû: "Rêveberiya Xweser xwedî li şêniyên herêmên xwe derket û nehişt ew zêdetir bi zehmetiyên jiyanî re bijîn. Em nanê xwe gerim rojane dibin. Şêniyên ku di bin serweriya Rêjîma Sûriyeyê de dijîn, kîloya nan bi 500 lîreyên Sûriyeyê dikirin. Tu carî Rejîma Sûriyeyê piştgiriya gelê xwe nekir, tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebitin. Tevî ku em di rewşên zehmet de dijîn û dorpêç jî li ser Şehbayê heye, Rêveberiya Xweser pêdîviyên me yên esasî  peyda dike. Rêveberiya Xweser berjewendiyên gel bingeh digire."