ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'Î

  • 09:00 11 Kanûn 2020
  • Rojev
 
* Hevseroka Şaxa Amedê ya SES’ê Yildiz Okorak diyar kir ku rewşa şewba koronayê di asteke xeternak de ye û got: “Bi şewbê re kedkarên tenduristiyê bi şev û roj dixebitin û mafên wan ên heyî jî bi giştînameya dawî ji dest wan hat girtin. Her wiha hejmarên nexweşên ku bi vîrûsa koronayê ketine ji raya giştî tên veşartin.” BI DÎMEN 
 
*Jinên ku li Kantona Şehbayê dijîn têkildarî alîkariya Rêveberiya Xweser dan zanîn ku tevî dorpêça rejîmê ew hewil didin debara jiyana xwe bikin û wiha gotin:"Tevî ku em di rewşên zehmet de dijîn û dorpêç jî li ser Şehbayê heye, Rêveberiya Xweser pêdîviyên me yên esasî  peyda dike. Rêveberiya Xweser berjewendiyên gel bingeh digire. " BI DÎMEN 
 
*Di felsefeyê de tişta herî zêde ku mirov dibîne hêmana "Xwe bizane" ye. Dema ku mirov ji vê hêmanê derkeve rê her pênaseya ku bê kirin wê mirov bi cewherê mirov re bîne gel hev. Her pênaseya ku em bêyî xwe zanibin bikin wê ji pênaseya îdeolojiya zayendparêz wêdetir neçe.  JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
*Piştî tayînkirina qeyûman xizmetên ku li kolan û taxan dihatin kirin kêm bûn û şêniyên taxên Sûrê ji rewşa heyî bi gazinc in û gotin: "Amed warê me ye û divê em xwedî li bajarê xwe derkevin." BI DÎMEN 
 
*Çanda dengbêjiyê herçend ku xwedî dîrokek kevnar be jî di demên dawiyê de ber bi windabûnê ve diçe.  Dengbêj Celîle Zeybek a li gundê Heştan ê Şirnexê got ku ji bo çanda dengbêjiyê tune nebe pêwîste hemû kes xwedî vê çandê derbikeve. DÎMEN HEYE
 
*Meclîsa Civaka Ermenî ya Bajarê Hesekê ji bo zindîkirina ziman, dîrok û çanda ermenan şagirtan fêrî zimanê Ermenî dikin. Mamosteya Zimanê Ermenî Arşo Berberyan derbarê fêrkirina zimanê ermenî  de wiha got: "Pêwist e ermen hebûna xwe ji bişaftinê biparêzin û fêrî zimanê xwe bibin." DÎMEN HEYE
 
*Bijîşk Ayşe Ugurlu a endama Lijneya Rêveberiyê ya ATO'yê diyar kir ku rewşa pandemiyê li hemberî dermankirina girtiyên nexweş astengiya herî mezin e û got, "Tu tedbîrên ewlehiyê nikarin rê li ber mafê jiyanê bigirin. Dewlet nikare mafên mirovan asteng bike û rê li ber mafê jiyanê bigire." DÎMEN HEYE
 
*Kongreya Star dê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Helebê meşê li dar bixe. (14.00)
 
*Jinên Ciwan ew têkildarî tundiya li ser jinê li Kobanê daxuyaniyê bide. (12.00)
 
*Heyeta KCD'ê li Şirnexê serdanên xwe di roja 5'emîn de didomîne. Heyet wê îor li navçeya Hezexê serdana malbatan bike.(10.00-16.00)
 
*Şopandina daneşîna derbarê tundiya li girtîgehan wê li Mêrdînê bê kirin (11.00)