'Li dijî qirkirinê divê êzidî bibin tifaq'

  • 17:33 10 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Alîkariya ku ji hêla Siwana Alîkariya Jinên Êzidî ya Ewropayê ve hat şandin, îro ji hêla endamên TAJÊ’ê ve hat belavkirin. 
 
Siwana Alîkariya Jinên Êzidî ya Ewropayê  ji bo civaka êzidî alikarî şand. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî alîkariya ku hatî ji bo malbatên pêwîstiyên wan hene belav kirin. Li ser navê (TAJÊ) Sebîha Sebrî daxuyaniyek da û sipasiyên xwe pêşkêş kirin.
 
Sebîha wiha axivî: "Di serî de em Cejna Rojiyên Êzî li tevahî cîhanê pîroz dikin û bi taybet civaka êzidî. Em bi hêvîne ku em her sal vê cejnê bi dil xweşî pîroz bikin û ev sal bibe sala keyfxweşiya civaka Êzîdî. 
 
Îro em wekê TAJÊ sipasiyên xwe ji Kordînasyona Jinên Êzidî ya Ewropa rê dikin. Bi rastî jî di her wextên herî zehmet de bi civaka êzidî ve radibin û alîkariya civaka me dike û bi jina êzidî difikire. Rewşa niha em têde her kes dizane ku ev tifaqiya li beramberî Şengalê hatiye kirin di çi astê de ye û heya niha Şengal li ber xwe dide, ne tenê ev, her çiqasê zorahiyên bê derfetiyê jî hebin lê bi hezaran gelên vê xakê vedigerin ser axa xwe. 
 
Gelê me bi her tiştê xwe ve  îro li berxwe dide û li pêşiya van planan disekinîn. Gelê me yê Ewrûpa jî bi piştgiriya xwe ya madî û manevî alîkarî dide gelê me yê Şengalê, ev yek cihê keyfxweşiyê ye. Siwana Jinên Êzidî ya Ewrûpa ji bo me bû alîkar em dûbare sipasiyên xwe radigihînin û silavên xwe ji wan re dişînin, Cejna Rojiyên Êzî li wan û tevahê jinan pîroz dikin. 
 
Bi rastî îro Şengal di rewşeke nebaş de ye di navbera hebûn û tunebûnê de ne. Ji her kesî îro tê xwestin ku xwedî li civaka êzidî derkevin ji ber ku ev civak ji qetlîameke mezin re derbazbû. Divê em bi yekitiya xwe destûrnedin qetliamên nû. 
 
Îro me alîkariya ku hatî ji şêniyên ku pêwistiya wan hene me belav kir."