‘Divê daxwaz bên qebûlkirin û tecrîd bê rakirin'

  • 15:29 10 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Bi pêşengiya TUAY-DER'ê li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê daxuyaniyek hat dayîn û di dawuyaniyê de bangewaziya rakirina tecrîdê hat kirin. 
 
Ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya ku ji hêla girtiyan ve hatî destpêkirin, bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER),  li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniyek hat dayîn. Komeleya Çand û Piştevaniya Malbatên ku Xizmên xwe Wendakirine ya Mezopotamyayê (MEYA-DER), rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçe û bajêr, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla rêveberê TUHAY-DER'ê Mehmet Uzen ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku grev li dijî binpêkirina mafan hatiye destpêkirin û wiha hat gotin: "Herî zêde jî îhlalkirina mafan li Îmraliyê li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê. Tecrîd li gorî qanûna înfazê ya makeqanûnê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, qedexe ye. Lê bi salane malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtin pêk naynîn. Divê her kes li gorî qanûnan tevbigere. Di serî de li Îmraliyê û divê li hemû girtîgehan tecrîda li hemberî girtiyan bê bi dawîkirin."
 
Girseya ku daxuyanî da ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bangewaziya bi dawîkirina tecrîdê kirin û gotin: "Em naxwazin zarokên me êdî jiyana xwe ji dest bidin."