Li Qamişlo û Helebê daxuyaniyên Roja Mafê Mirovan hatin dayîn

  • 15:16 10 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Roja Mafê Mirovan a Cîhanî li bajarê Qamişlo û Helebê daxuyanî hatin dayîn. 
 
Bi boneya Roja Mafê Mirovan a Cîhanê li seranserî cîhanê çalakî tên lidarxistin. Li bajarê Qamişlo û Helebê jî bi boneya vê rojê daxuyanî hatin dayîn.
 
Li Qamişlo bi boneya Roja Mafê Mirovan daxuyanî hat dayîn
 
Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê bi tevlîbûna hemû saziyên mafê mirovan daxuyaniyek li ber deriyê Navenda Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Qamişloyê da. Di daxuyaniyê de logoyên mafê mirovan û pankartên bi nivîsa "Rabin û parastina mafê mirovan bikin", "Eger hemû kes ne ewle be em jî ne ewle ne" hatibûn hildan. Daxuyanî li ser navê Rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma xwend.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 
 
"10'ê Kanûnê weke Roja Mafê Mirovan a Cîhanê tê pîrozkirin. Di vê rojê de hemû dewletên cîhanê biryar dan ku hemû mirov bi mafê xwe tev bigerin. Ev biryar bi 500 zimanî hate çapkirin û belavkirin, heta roja îro jî ev roj tê pîrozkirin. Heta roja îro jî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer diqewime û her roj şêniyên ku li vê derê dijîn rastî êrîş û gefan tên. Em weke Rêxistina Parastina Mafê Mirovan bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hember van êrîş û komkujiyan şermezar dikin. Banga me ji hemû dewletan heye ku divê dagirkeriya tirk li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bikin. Ev ne tenê xwesteka me ye ev xwesteka gelê Efrîn, Serêkanî û Girê Spî ye jî. Ev gel dixwaze dawî li koçberiyê were û carek din bi ewle derbasî li ser xaka xwe bibe. Hêviya me ew e ku çareseriyek siyasî ji aloziya Sûriyeyê re were dîtin û mafê hemû gelên li Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn bidin." 
 
Ji bo Roja Mafê Mirovan a Cîhanê li Helebê daxuyanî hat dayîn
 
Bi boneya Roja Mafê Mirovan a Cîhanê, Mafê Mirovan a Meclîsa Jina Sûriyeyê li bajarê Helebê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li navenda Meclîsa Jina Sûriyeyê ya taxa Şêx Meqsûdê bi tevlîbûna endamên Mafê mirovan hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Jina Sûriyeyê Rewa Bekir ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
 
"Roja Mafê Mirovan a Cîhanê li seranserî cîhanê tê pîrozkirin. Lê heta niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafê mirovan tê binpêkirin û li dijî vê binpêkirinê bêdengiyek mezin heye. Her wiha her ku diçe aloziya Sûriyeyê kûrtir dibe û gelek dewlet cihê xwe di nava vê aloziyê de digirin. Di encama vî şerî de gelek mirovên bê sûc hatin qetilkirin, revandin û koçber bûn. Her wiha cihên ku hatine dagirkirin her roj guhertina demografîk lê pêk tên, jin rastî tundî û qetliamê tên. Daxwaz ji van êrîşan ew e ku nasnameya gelan tune bikin. Li hember ewqas êrîşan dewletên navneteweyî bêdeng dimînin û mafên mirovan naparêzin. Em weke Meclîsa Jinên Sûriyeyê banga rêxistin û saziyên mafê mirovan dikin ku bi erka xwe ya mirovî rabin û çavên xwe vekin û van komkujî û qirkirinan bişopînin. Her kesên ku li dijî mafê mirovan kar dikin werin cezakirin. Her wiha hemû cureyên tundiyê yên ku tên meşandin werin şikandin."