Çalakiya xwedî derketina li Asayîşa Êzidxanê didome

  • 11:56 10 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Çalakiya êzdiyan a piştgirî dayîna Asayîşa Êzidxanê di roja 9’an de ye
 
Çalakiya ku şêniyên Şengalê bi armanca piştgiriyê bidin Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja 9’emîn de bi beşdariya komên nû berdewam dike. Welatiyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, di 2’yê kanûna 2020’an de li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedabû.
 
Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in, Asayîşa Me Rûmeta Me Ye” hatiye destpêkirin û her roj ji aliyê komek nû ve tê birêvebirin, ket roja xwe ya 9’an.
 
Di roja 9’emîn de komên nû yên komelgehên Borik û Duhola çalakî dewr girt. Çalakî didome.