Rêveberiya girtîgehê cezayê ragihandinê da girtiyên di grevê de

  • 11:46 10 Kanûn 2020
  • Rojane
ENQERE - Gurbet Ceylan û Leyla Saraç yên li Girtîgeha Tipa M a Baybûrtê di greva birçîbûnê de ne dan zanîn ew ê bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bigihêjin armanca xwe. Di heman demê de li girtîgehê girtiyên govend gerandin û stranên bi Kurdî gotin ji bo wan cezayê ragihandinê hat dayin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyên PKK û PAJK'î di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan dan destpêkirin di roja 14'emîn de bi dewirgirtina koma 3'yemin didome. Bi mezinbûna serîlhildana li girtîgehan binpêkirina mafan jî zêde dibin. 
 
Girtiyên jin ên di Girtîgeha Tipa M a Baybûrtê, Gurbet Ceylan û Leyla Saraç çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin. Girtiyan dan zanîn ew bi awayekî bi biryar çalakiya xwe didomînin û bal kişandin ser binpêkirina mafên li girtîgehan. 
 
Ceza li gerandina govendê hat birîn
 
Li gor ragihandina girtiyan; Di 26'ê Mijdarê de dema girtî derketin ji bo hewayê bistînin stranên bi Kurdî gotin û govend gerandin. Derbarê  Sibel Kaya, Nurcan Ersoz, Ayfer Başlig û Mulkiye Dogan ên stranên Kurdî gotin de îdareya girtîgehê lêpirsîn dest pê kir. Bi hinceta "Gerandina govendê û gotina stranan a bi zimanekî nayê famkirin" lêpirsîn hat destpêkirin û dawiyê ev yek ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi awayê "Berzkirina dirûşman û gerandina govendê" hat guhertin û cezayê 'ragihandinê' dan girtiyan.