PENa Kurd: Ji bo bicihanîna maf û azadiyan em ê di nava hewldanan de bin

  • 11:05 10 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Giştî ya PENa Kurd, bi minesebeta Roja Mafên Mirovan daxûyanîyek belav kir.PENa Kurd di daxuyaniya xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên nivîskar û rojnamegeran.
 
PENa Kurd têkildarî 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan daxuyanî da. Di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngîya vê rojê û bi lêv kir ku piştî îlankirina Roja Mafê Mirovan 72 sal şûnde îro jî ne pêkan e em behsa mafên mirovan bikin. Komeleyê bal kişand ser wan dewletan ku ji bo damezirandina roja mafên mirovan pêşengî kirine lê cihê mixabinîyê ye îro heman dewletên binê vê peymanê mohr kirine pêşengîya binpêkirina mafên mirivahîyê dikin. Kurd jî yek ji wan miletan e ku îro ji van mafan bêpar e û ji hêla van dewletan ve tune tê hesibandin.
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“‘Roja Mafên Mirovan’ ew roj e ku ji sala 1950-î ve her sal 10-ê Berfanbarê ango Kanûnê, li seranserê dinyayê tê pîrozkirin. Sedema hilbijartin û pîrozkirina vê rojê ew e ku 10ê Berfanbara 1948-ê, ‘Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan’ hatiye pejirandin. Ev roja ku 72 sal beriya niha ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin, ji 30 xalên bingehîn ên mafên mirovan pêk tê.    
 
Piştî Şerê Cîhanê Yê Duyemîn, dewletên dinyayê bi armanca ku maf û azadiyên mirovan bêne garantîkirin û parastin, li hev kom bûn û derbarê vê yekê de ketin nava keftûleft û hewldanekê. ‘Belavoka Mafên Mirovan’, ji hêla ‘Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî’ ve, Hezîrana 1948-ê hate amadekirin û 10ê Berfanbara 1948-ê, di civat û rûniştina Lijneya Giştî ya vê dezgehê ku li Parîsa paytextê Fransayê pêk hat de, hate pejirandin. Ji 58 welatên endam, 56 welat beşdarî rûniştinê bûne. 6 welatên Sosyalîst, bi hinceta ku wê çîna karker bi çînên serdestan re bikevin nava lihevkirinan, li beramberî hinek xalan şerha xwe danîn û bêalî man. Ew welatên ku bêalî man ev bûn: Yekitiya Sovyeta Sosyalîst, Belarus, Ukrayna, Çekoslovakya, Polonya û Yugoslavya. Ji bilî van 6 welatan, Erebistana Siûdî û Yekitiya Efrîkaya Başûr jî, ji bo tevahiya belavokê dengê ‘bêalî’ bi kar anîn. Belavok, bi dengên welatên din ango bi dengên 48 welatên mayî hate pejirandin. Du sal piştî pejirandina danezan û belavokê ango sala 1950î, 10ê Berfanbarê wekî ‘Roja Mafên Mirovan’ hate pejirandin û ji wê rojê ve tê pîrozkirin.
 
Danezan ango Belavoka Gerdûnî ya Mafên Mirovan heta niha li bêhtirî 300 zimanên dinyayê hatiye wergerandin. Bi vê taybetmendiya xwe, bûye belgeya mafên mirovan ku herî zêde li zimanên dinyayê hatiye wergerandin.
 
4 meh piştî pejirandina danezanê, Tirkiyeya ku endameka Neteweyên Yekbûyî ye, di Nîsana 1949-ê de, ev danezan pejirand. Cihê mixabîniyê ye tevî ku 72 sal di ser vê danezanê re derbas jî bûne û 70 sal in ku ev roj tê pîrozkirin jî, li seranserê dinyayê di warê maf û azadiyên mirovan de binpêkirin kêm nebûne, berevajî vê her ku çûye zêdetir bûye.
 
Mixabin gelek welatên ku mohra xwe li bin vê danezanê dane, ji destpêkê heta niha serkêşiya binpêkirina mafên mirovan kirine û hê jî dikin. Gelê kurd yek ji wan miletan e ku para xwe bi awayeke zêdebarî ji vê yekê standiye. Neteweyên Yekbûyî bixwe jî yek ji serkêşên van binpêkirinan e û di vî warî de bi giştî li ber gelek neteweyên belengaz, bi taybetî jî li ber gelê kurd gunehkar e. Di binpêkirina her dewletê de, erêkirin û rola Neteweyên yekbûyî bixwe heye. Loma jiholêrakirina van binpêkirinan ku ev 72 sal in her berdewam in, peywir ango wezîfeya vê dezgehê bixwe ye.  
 
Navenda PENa Kurd, di bin sîwana PENa Navneteweyî de qedir û qîmeteke mezin dide mafên mirovan, derbirîna fikir û ramanan û ev nirxên hanê ji bo wê xetên sor in.
 
Hê jî mafên bingehîn ên gelê kurd nehatine parastin û mîsogerkirin, zimanê wan hê jî di bin çepera qedexekirin û pişaftinê de ye, fikir û ramanên wan hê jî di bin astengiyê de ne. Nivîskar, wergêr, akademîsyen û rojnamegerên wan yan di hepis û zindanan de ne, yan li ber deriyên hepsan in yan jî li dîwanên dadgehan bixwe ne.  
 
Bi vê helkeftê em ‘Roja Mafên Mirovan’ bi dilekî xemgîn pîroz dikin û eşkere dikin ku ji bo bicihanîna maf û azadiyan em ê herdem di nava hewldanan de bin û li ber xwe bidin.”