Gireva birçibûnê kete roja 14’yemîn

  • 09:22 10 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya birçibûnê ya ji aliyê girtiyan ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan hatibû destpêkirin di roja xwe 14’yemîn de bi gruba 3’yemîn didome.
 
Çalakiya birçibûnê ya ku di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan hatibû destpêkirin berdewam dikin. Têkildarê gireva birçîbûnê duh şandeya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi Wezîrê Dadweriyê Abdûlhamît Gûl re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de li ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, guherîna zagona qanûna înfazê, binpêkirina mafan hat axaftin.