Di Roja Mafên Mirovan de jinan banga pratîzekirina Peymana Stenbolê kirin

  • 09:07 10 Kanûn 2020
  • Rojane
STENBOL -Jinên li Stenbolê bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan û gotin: "Pêwistiya edaletê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Îro bi tu awayî hiqûq ne serdest e. Em di Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de carek din bang dikin ku em ê li pêy mafê xwe bin û em dev jî Peymana Stenbolê bernadin." 
 
Ji hêla Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan hat qebûlkirin, piştî ku hat qebûl kirin 10'ê Kanûnê wekî Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hat qebûlkirin. Bi minasebeta rojê jinên li Stenbolê bal kişandin ser binpêkirina mafên jinan. Seroka Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê Gulseren Yolerî, endama Înîsiyatîfa Em Dixwazin Bijîn Havva Cuştan û berxwedêra Sînboyê karker Dîlbend Turker ê ku 20 roj in di grevê de ne ji ajansa me re behsa binpêkirina mafên jinan kirin. 
 
'Asta binpêkirina mafan zêde dibe'
 
Gulseren, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên nîjadî û şer û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di navbera 10 û 17'ê Kanûnê wekî Heteya Mafên Mirovan tê pêşwazîkirin. Li Tirkiyeyê her roj asta bêkarî û xizaniyê bilind dibe. Ligel vê jî her roj binpêkirina mafên mirovan jî zêde dibe. Ev tişt bi serê xwe bandorê li jinan dike û bi pandemiyê re jî bêtir barê jinan giran bû."
 
'Pêwistiya edaletê zêde dibe'
 
Gulseren, destnîşan kir ku bandora siyasetê li ser darazê heye û wiha got: "Her roja ku derbas dibe pêwistiya edaletê zêdetir dibe. Lê belê di rewşa niha de hiqûq nîne. Wan rojan bêtir îşkence, binçavkirin û girtin zêde dibe. Bi taybetî jî bi Rewşa Awarte re îqtîdar faliyetên xwe yên dijhiqûqî pêk tên. Îqtîdar bi gotinên ‘reformê’ dixwaze bertekên di nava gel de asteng bike. Em hêvî dikin ku binpêkirina mafan ji holê rabe û di hêla qanûnê de sererastkirinek bê kirin. Li Tirkiyeyê qanûn jî mafê mirovan îhlal dike. Siyasetmedar ji ber fikrên xwe niha girtî ne û divê serbest bên berdan. Divê nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê neyên kirin."
 
'Li her qadê cudakarî heye'
 
Havva, diyar kir ku niha mafê jiyanê hatiye xespkirin û wiha axivî: "Mêr hêzê ji gotinên erkdarên dewletê digirin û mafê jiyanê ya jinan xesp dikin. Mafê jiyanê ya jinê mafekî bingehîn e. Jin di her qada jiyanê bi cudakariyê re rûbirû dimîne. Ev tişt dibe sedema xespkirina mafên jiyanê."
 
'Jin du caran bi kedxwariyê re rûbirû dimînin'
 
Dîlbent jî destnîşan kir ku sendîkabûyîn mafek e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Astengkirina endamtiya sendîkabûyînê tê wateya îhlalkirina mafan. Karkerên jin hem li malê û hem jî li ser kar bi kedxwariyê re rûbirû dimînin. Di qadên ku em dixebitin de jin li gorî mêran bêtir karê giran dikin û heqdestekî kêm digirin. Ji ber vê sedemê jî du caran bi kedxwariyê re rûbirû dimînin." 
 
Dîlben, bi minasebeta 10'ê kanûnê bal kişand ser mafê jinan û got: "Bi her awayî mafê jinan tê xespkirin. Konên ku me danî ne tenê li dijî destûra bêpere ye, li dijî binpêkirina hemû mafên karkeran hatiye avakirin. Her wiha îro li hemberî jinê şîdet zêdetir bûye lê em carek din daxwazên xwe tînin ziman."