'Di Girava Îmraliyê de mafên mirovan tê binpêkirin'

  • 09:05 10 Kanûn 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê, Rewşen Hacim bi munasebeta 10'ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan a Navneteweyî bal kişand ser binpêkina mafên mirovan û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Di Girava Îmraliyê de mirovahî tê binpêkirin. Rêxistinên mafên mirovan li şûna ku bi erka xwe rabin, xizmeta berjewendiyên hêzên hegomonîk dikin."
 
Di 10'ê Kanûna 1948'an de Danezana Mafên Mirovan ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat qebûlkirin. Loma ev roj her sal wekî Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê bi taybet piştî hewildana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an êriş li ser mafê jiyanê, civîn, mafê xwepêşandanê, azadiya raman tên kirin. Bi taybet li girtîgehan tecrîd û binpêkirina mafan her ku diçe kûr dibe. Bi parvekirina raporên her sal ÎHD parve dike binpêkirina mafan radixîne pêş çavan. Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şerdên dijwar, binpêkirina mafan ên li girtîgehan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê, Rewşen Hacim nirxandin kir. 
 
'Di Girava Îmraliyê de mafên mirovan tê binpêkirin'
 
Rewşenê di destpêka axaftina xwe de rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi bîr anî û wiha got: "Ev 21 sal in ku Rêber Apo di Girava Îmraliyê de ye. Her wiha ev çend sal in jî di bin tecrîdeke girankirî de ye. Di dirêjahiya van salan de ji aliyê civaka navneteweyî de bêdengiyeke ne normal heye. Tevî ku bi hezaran çalakiyên daxwaza azadiya Rêber Apo ji aliyê Gelê Kurd û dostê  kuran ve tê lidarxsitin. Her wiha nerazîbûna hinek rêxistinên mafên mirovan yên herêmî û neteweyî jî  derket pêş. Lê em dibînin tu guhertinên berbiçav di rewşa rêbertî de çênebû. Tecrîd dewam dike, destûra hevdîtina bi malbat û parêzeran re nayê dayîn. Her wisa mafê wî yê rewa ku weke girtiyekî  nayê dayîn, komîteyên tenduristiyê ango şandeyên ku bixwazibin rewşa Rêber Apo hîn bibin nikarin wî bibînin. Bi vî awayî dewleta tirk bi kiryarên xwe tevahî pîvanên mirovahiyê binpê dike û ne tenê li ser Rêber Apo dide meşandin, li ser tevahî girtiyên kurd, ev yek tê kirin."
 
'Ji bo azadiya Rêber Apo em ê bê navber têbikoşin'
 
Di domandina axaftina xwe de Rewşenê bal kişand ser hemleya  Kongreya Star a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Em weke Kongreya Star ku bîrdoziya Rêber Apo ji rêxistina xwe re bingeh digire, li dijî tecrîdê me hemle da destpêkirin. Lê ji ber tedbîrên li dijî belavbûna Vîrusa Koronayê, me hemleya xwe taloq kiriye û em ê di demeke nêz de bidomînin. Weke jin di warê xwenaskirin, diyarkirina bîrdoziya xwe  û xwerêxistinkirin bi saya rêber Apo pêk hat. Jinan di dirêjahiya hezaran salî de ji tevahî mafên xwe bê par mabû. Her wiha rastiya wê hatibû berovajîkirin. Ji ber vê heta ku em azadiya Rêber Apo ya fîzîkî nebînin em ê her tim li ser piyan bin û tu carî ranewestin."
 
'Rêxistnên mafên mirovan bi erka xwe ranabin'
 
Rewşenê bal kişand ser bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û wiha domand: "Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de di qirkirina maf, nasname, ziman û hebûnê re derbas bûye. Rêber Apo ji bo ku dîroka Gelê Kurd zindî bike, têdikoşe. Ne tenê ji bo Gelê Kurd, ji bo tevahî gelên bindest Rêber Apo têkoşiyaye. Bi saya têkoşîna Rêber Apo Gelê Kurd bêtir bû xwedî hêz, vîn û helwest. Bê guman ev yek li ser desthilatdariya hêzên hegomonîk bû metirsî. Rêxistinên qaşo mafên mirovan e ji bo xizmeta berjewendiyên dewletên serdest dixebitin."
 
'Di Girava Îmraliyê de mirovahî tê binpêkirin'
 
Rewşenê di dawiya axaftina xwe de bang li Gelê Kurd û dostên wan kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û wiha bi dawî kir: "Heger rêxistinên mafên mirovan li gor zagon û pîvanên xwe tev bigere, wê komploya navneteweyî vala derketiba û wê 21 salên Rêber Apo di Girava Îmraliyê de derbas nebûya. Êdî hêvî û baweriya me bi rêxistinên mafên mirovan nayê. Ji ber vê hêviyên me ji gelê azadîxwaz, xwedî pîvanên mirovahî û wîjdan heye ku xwedî li Rêber Apo derkevin. Dewleta tirk û hevkarên xwe dixwazin di kesayeta Rêber Apo de me qir bike. Loma pêwîst e em rê nedin vê yekê. Em jî weke rêxistina Kongreya Star a Herêma Firatê bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê dibêjin, ev 21 sal in di Girava Îmraliyê de mirovahî tê binpêkirin."