Çalakî bi koma 3'yemîn di roja 13'emîn de berdewam dike
- 12:26 9 Kanûn 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakîya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dabûn destpêkirin, di roja 13 emîn de koma 3 yemîn dewrgirt.
Çalakîyên greva birçîbûnê ku ji alîyê girtîyan ve di 27’ê Mijdarê de ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin berdewam dikin.
Komeleya Piştgiriya bi Mlabatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY-DER) li Wan û Stenbolê bi beşdarbûna saziyên civaka sivîl ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê ku di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên PKK'yî û PAJK'î ve hatibû destpêkirin civînek li dar xist û banga hestiyariyê kir.
Çalakî bi koma 3'emîn di roja 13'emîn de berdewam dike.