Girtiyên di grevê de ne: Em dikarin bi ser kevin

  • 10:15 9 Kanûn 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Delîl Tekîn ji Girtîgeha Tîpa T ya 4'an a Şakranê peyamek şand û got: "Li Girtîgeha Şakranê koma 3'yem çalakiya birçîbûnê dewr girt. Divê pirsgirêkên navneteweyî û neteweyî bê çareserkirin. Çavkaniya çareseriyê rêberê me ye. Em dikarin tecrîdê bişkînin û rêberê xwe azad bikin. Em bawer dikin ku gelê me dê piştgiriyê bidin çalakiya me." 
 
Girtiyên li herêmê û Tirkiyeyê di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. 13 roj in girtiyên siyasî di grevê de ne. Koma 3'yem çalakiyê dewr girtin û diyar kirin ku dê bi biryarî berxwedana xwe bidomînin. Di koma 3'yem de ji Gîrtîgeha Girtî a Tîpa T a 4'an a Şakrana Alîaga ya Îzmîrê Ender Ahmed, Kamûran Nas û Mustafa Yilmaz cih digirin. Delîl Tekîn jî di heman girtîgehê de dimîne û bi rêya malbata xwe li ser navê girtiyan peyamek şand. 
 
Delîl di peyama xwe de wiha got: "Em ê li dijî tecrîdê berxwedana xwe bidomînin û em bang li raya giştî dikin ku piştevaniyê bidin çalakiya me. Her qada qadên têkoşînê ye. Cihê ku xwedî mirateye jî girtîgeh in. Hayrî, Kemal, Mazlûm û Alî ji me re mîrateyek hiştin. Rojên ku em te de derbas dibin rojên dîrokî ne. Pirsgirêkên navneteweyî û netewî hene ku divê bên çareserkirin. Çavkaniya çareseriyê jî rêberê me ye. Em girtî tecrîda li hemberî rêberê xwe qebûl nakin. 
 
Divê gel pişgiriyê bide çalakiya me û di nava çalakiya me de cih bigirin. Bi hev re bûn dê serkeftinê bi xwe re bîne. Ji 27'ê Mijdarê ve li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya 4'emîn a Şakrana Alîaga ya Îzmîrê girtî bi doreveger çalakiya greva birçîbûnê didomînin. Niha koma 3'yem greva birçîbûnê dewr girt û di komê de Ender Ahmed, Kamûran Nas û Mustafa Yilmaz cih digire. 
 
Em ê heta azadiya rêberê xwe têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê rêberê me azad bibe. Ev tişt jî dê bi têkoşîn û berxwedanê pêk bê. Wekî din tu hêviya me nîne. Hêviya me ne ji dewletê û ne jî li kesekî din heye. Em di vê baweriyê de ne ku gelê me dê pişgiriyê bide çalakiya me. Em serkeftinê dixwazin û silavên xwe ji her kesî re dişînin."