Gundê Heştan bi destên jinan careke din şên bû

  • 09:11 9 Kanûn 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Gundê Heştan a Şirnexê ku di sala 1992’an de ji aliyê dewletê ve hat şewitandin û wêrankirin şûnde carekedin bi destên jinê zindî bû. Şîrîn Erkul, anî ziman ku kar û barê gund hemû li ser milên jina ye û got: “ Herçend ku kar hemû li ser milên me dimîne jî em  dev ji gundê xwe bernadin û  axa me ji bo me pîroz e.”
 
Gundê Heştan ê Şirnexê ku li quntara Çiyayê Cudî ye, yek ji gundên ku di salên 90'î de de ji aliyê dewletê ve hat şewitandin û wêrankirine. Welatiyên gund neçar mabûn ku axa xwe terk bikin û koç bikin. Şêniyên gundê Heşatan piştî ku gundê wan di sala 92’an de hat şewitandin koçî navçeya Cizîrê kirin. Welatiyên ku li vê derê jî dewletê zext û zordarî li wan kir, piştî 15 salan şûnde carekedin berê xwe dan gûndê xwe. Gundiyên ku berê xwe dan gund li wê jî ji ber ku dewletê gundê wan wêran kiribûn bi zahmetiyan re rûbirû man. Lê li gel van zahmetiyan jî şêniyên gund dest ji gundê xwe bernedan û bi keda xwe careke din gundê xwe şên kirin. Şîrîn Erkul (42) a dayika 11 zarokan li ser zahmetiyên jiya nirxandin kir.
 
Şîrînê, anî ziman ku di sala 92’an de gundê wan piştî ku ji aliyê dewletê ve hat şewitandin jiyanek zor û zehmet jiyane û got: “Piştî 15 salan şûnde em ji Cizîrê carakedin hatin gundê xwe. Ji ber  ku em nikaribûn ji axa xwe dûr bijîn. Di nav wan 15 salan de me gelek zor û zehmetî dît. Dema em çûn Cizîrê xaniyên me tunebûn û em di xaniyên kirê de man. Ji  xeynî vê li Cizîrê jî wê demê şer hebû. Mirov dihatin kuştin û girtin. Tiştên ku me dît tu kesî nedît. Dema gundê me hat şewitandin şev bû. Serê sibehê me berê xwe da çol û çiyan. Piştre em derbasî Cizîrê bûn.”
 
‘Me gundê xwe ji nû ve ava kir’
 
Şîrînê, bi lêv kir ku piştî ji Cizîrê hatine ji ber hemû xaniyên wan hatine wêrankirin ji xwe re ji nû ve xanî çêkirine û wiha domand: “Ne xanî û ne jî erdên me mabûn. Hemû hatibûn wêrankirin û talankirin. Tu tişt nehîştibûn. Em nêzî du salan di koxan de man heta ku me ji xwe re xanî çêkirin. Piştî me xaniyên xwe çêkirin em hatin malên xwe. Her wiha dema em hatin gundê xwe me carekedin dest bi xwedîkirina sewalan kir. Ji  aliyekî dinê ve jî hemû baxçeyên me hatibûn şewitandin tu darên me nemabûn. Me carekedin ji xwe re baxçe çêkirin û dar çandin. Ger ku îro gundê me ev qas xweşe sedema wê em in. Ji ber ku me bi destên xwe gundê xwe carekedin şên kir. Li gund niha darên garcîn, kizwan, hinar, hirmî û gelek darên din ên fêkî hene. Her wiha em sebze jî diçînin.”
 
‘Hemû tiştan jin bi xwe hildiberînin’
 
Şîrînê, diyar kir ku gundê wan bi destên jinan ji nû ve zindî bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jiyana me ya gund niha gelek xweş e. Em êdî dev ji axa xwe bernadin û neçin cihekî din. Em serê sibehê zû radibin diçin çêlekên xwe didoşin. Şîrê ku tînim dikim mast û penêr. Van berhemên şîr carna jî em difiroşin û carna jî ji bo malê vediqetînin. Bi vê awayî em debara xwe dikin. Zivistan û havînan em jin sewalan xwedî dikin. Xwedîkirina sewalan gelek zehmet e. Ji ber ku hemû barê gund  zêdetir li ser milên jinê ye. Ji xeynî vê jî zeviyên me yên ceh û genim jî hene. Em genimê ku diçinin ji xwe re dikin ard. Hemû tiştên me xwezayî ne. Ev sebze û fêkiyên ku em kom dikin hem ji bo zivistanê vediqetînin û hem jî em difroşin ku pê debara xwe bikin. Hemû tiştan jin hildiberînin. Zivistanê jiyana li vir zehmet derbas dibe. Lê dîsa jî jiyana li gund ji ya bajêr xweştir e.”
 
‘Dewlet êrîşî gund û xwezaya me dike’
 
Şîrînê, bal kişand ser şewitandina daristanan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet hîn îro jî êrîşê gund û xwezaya me dike. Dewletê darên me yên fêkiyan, baxce û zeviyên me hemû şewitandin. Darên me yên kizwan û garcînan hemû hatin şewitandin û birîn. Bi şewitandina daristanê re dixwazin carekedin me koçber bikin. Lê em  dev ji gundê xwe bernadin. Em ji gundê xwe gelek hez dikin. Em xwedî li gund û xwezaya xwe derdikevin. Axa me ji bo me pîroz e.”