'Daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê de dê bibe sedema aştiyê'

  • 09:06 9 Kanûn 2020
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Dayika Aştiyê da zanîn ku têkildarî grevên birçîbûnê berpirsiyareke mezin dikeve ser milê Wezarata Dadê û divê peywira xwe bi cih bîne û got destpêkirina muzakereyan ew ê sûdê û fêdeyê bide kurd û tirkan. 
 
Çalakiyên grevên birçîbûnê di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li zindanan ji aliyê girtiyên siyasî ve hat destpêkirin bi dewirgirtina koma duyem dewam dike. Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê diyar kirin ku ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê ne tenê malbatên girtiyan divê hemû malbat xwe berpirsiyar bibînin. Berdevka Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin da zanîn ku berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê Wezareta Dadê. Hanife  Gumuş a lawê wê di greva birçîbûnê de ye jî da zanîn ku daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê de dê bibe sedema aştiyê.
 
'Bila xwestekên zarokên me bên bicihanîn'
 
Berdevka Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin bal kişand ser zextên di girtîgehan de û wiha got:"Girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirine bi bedena xwe li dijî zilmê disekinin. Di vê greva birçîbûnê de dibe ku cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Xwestekên wan ên mirovahiyê ye û divê ev xwestekên wan bên bicihanînin. Di pandemiyê de hemû çete bera derve dan lê belê girtiyên siyasî di hundur de hiştin. Tevî Vîrusa Koronayê jî dayikên li girtîgehan nikarin li ser piyên xwe bisekinin jî bernadin. Berpisiyariya vê yekê aîdî Wezareta Dadê ye. Bila Wezareta Dadê daxwazên zarokên me qebûl bike û em naxwazin êdî tabût ji girtîgehan derkevin."
 
'Divê em çareseriyekê ji vê yekê re bibînin'
 
Dayika Mehmet Nezir Gumuş ê ev nêzî 22 salan e di girtîgehê de ye û niha li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê ye, Hanife Gumuş da zanîn bi hinceta pandemiyê hejmara hevdîtinê hatiye daxistin û hevdîtinên rû bi rû nayên kirin, hevdîtinên bi telefonê jî gelek caran tên birîn û wiha pê de çû:"Lawê min di telefonê de çi dibêje nayê famkirin. Lawê min ev demeke dirêj e di girtîgehê de ye û berê jî 4 mehî di greva birçîbûnê de mabû. Ji ber gelek sal in di girtîgehê de ye nexweşiyên mîna şekir, made, diran di girtiyan de derdikevin. Ev wiha nabe divê em çareseriyekê ji vê yekê re bibînin. Zarokên kê di girtîgehê de bin bila bên gel hevdu. Divê yên din jî piştigiriyê bidin. Heta encamên xirabtir û nedane divê pêşî li vê yekê bê girtin."
 
'Li ser hemû kesî tecrîd heye'
 
Hanife bi lêv kir ku tecrîd li ser her kesî heye û wiha got:"Li ser serok û parlamenterên me jî zext hene û hemû di hundur de ne. Li tu dewletê wiha zilim tune ye. Wicdanê dewleta tirk tune ye. Dewlet çete û tecawizkaran bera derve dide çima wê demê zarokên me di hundur de ne?"
 
'Dê muzakere hem ji bo kurd hem jî ji bo tirkan baş be'
 
Hanife diyar kir ku ew ê muzakera hem ji kurdan hem jî ji bo tirkan bibe sedema encamên baş û wiha bi dawî kir:"Fêda tu kesî ji vî şerî tune ye. Bila çavên xwe vekin. Tenê çareserî lihevkirin e. Êdî ji vî şerî re bes e. Ji bo kurd û tirk di nava aştiyê de bijîn bila daxwazên zarokan bi cih bînin."