‘Bêdengiya li dijî tecrîdê hevkariya wê îşkenceyê ye’

  • 09:03 9 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Jinan bal kişandin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Bêdengiya li dijî tecrîdê hevkariya wê îşkenceyê ye. Tecrîd rabe dê tecrîda li ser jinê jî radibe, ya li ser gel jî dê rabe.”
 
Tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her roja ku derbas dibe girantir dibe. Biryarên ku wekê qedexeya telefon û hevdîtina parêzeran asta tecrîdê nîşan dide. Li hemberî tecrîdê bertek û nêrazîbûnên Kurdistaniyan zêde dibin. Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê piştî sal û nîvekê din dîsa çalakiyên greva birçîbûnê di rojevê de ne. Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li girtîgehên cuda tên ragirtin li dijî tecrîdê û binpêkirinan mafan girtiyan di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger dan destpêkirin.
 
‘Di şexsê birêz Ocalan de li hemberî kurdan tecrîd heye’
 
Endama Meclîsa Şaredariyê Şehrîban Zugurlî diyar kir ku tecrîd bi demê re tên girankirin û got: “22 sal in di şexsê birêz Ocalan de Gelê Kurd di bin tecrîdê de ne.  Polîtîkayê tecrîdê çi qas di armanca tepisandin, têk birinê de be jî, birêz Ocalan bi serê li girtîgeha Îmraliyê ji bo pirsgirêkên Gelê Kurd veguherand çarenûsa pirsgirêkan û dibistanê. Bi vî awayî gelek pêşnîyar û çarenûsan derxist holê. Bi tecrîdkirinê tê xwestin fikr û ramanên birêz Ocalan neghije Gelê Kurd. Bi vî awayî em dikarin bêjin ku ji ber van sedeman tecrîd û îzolasyon hat giran kirin.”
 
‘Cihê çareserkirina pirsgirêkan, Îmralî ye’
 
Şehrîban got cihê çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê  Îmralî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê divê heke em di lêgerina rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêkan de ji dil bibin divê em sereke vê tecrîdê ji holê rakin. Niha di girtîgehan de girtiyên siyasî ji bo tecrîd û binpêkirna mafên girtîgehan de di gireva birçîbûnê de ne. Divê em li derve û hundir xwedî li çalakiyan wan derkevin û têkoşîna wan mezintir bikin. Ji ber ku tecrîd sûcek mirovahiyê ye. Heke em ji vê re bêdeng bimînin, ew ê bibin şirika wê sûcê.  Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê li dijî tecrîdê têbikoşin.”
 
‘Tecrîd rabe tecrîda li ser jinê jî radibe’
 
 Asîye Şîmşek jî anî ziman ku heke tecrîd rabe dê li Rojhîlata Navîn aştiyeke mayinde pêk were û wiha bi lêv kir: “Em tecrîdê naxwazin. Divê êdî ew tecrît rabe hemû kes dizane ku rêya aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe. Divê cîhan çavên xwe ji terîdê re negire. Tecrîd rabe tecrîda dê tecrîda li ser jinê jî radibe, yê li ser gel jî radibe.”
 
‘Em êdî naxwazin kes bimire’
 
Edîbe Ozbey jî bal kişand li ser girevên birçîbûnê û got: “Em dixwazin tecrîd rabe derê girtîgehan jî vebe. Ew şer jî dê nav me de derkeve. Ji ber binpêkirina mafan zarokên me dest bi gireva birçîbûnê kirin. Niha nexweşî jî heye em ji bo wan bi fikar in. Em naxwazin tu ciwanê me bimirin. Par jî ciwanên me mirin. Êdî ew zilim bila biqede.”