ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2020'Î

  • 09:01 9 Kanûn 2020
  • Rojev
*Têkildarî kurtefilmê li ser tundiya jinê yê ji aliyê Rêveber û Endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Kampa Berxwedanê ya Şehbayê hat amadekirin jinan nêrînên xwe anîn ziman. Jinên kedeke mezin dan kurtefilmê li ser tundiya jinê wiha gotin:"Me xwest bi kurtefilmê tundiya li ser jinê peyamekê bide civakê. Pêwist e jin li dijî tundiyê serî hildin û hebûna xwe mayinde bikin." DÎMEN HEYE
 
*Jinan bal kişandin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Bêdengiya li dijî tecrîdê hevkariya wê îşkenceyê ye. Tecrîd rabe dê tecrîda li ser jinê jî radibe, ya li ser gel jî dê rabe.” DÎMEN HEYE
 
*Çîrokbêjên Bernameya Hebû Tunebû dan zanîn ku ew dixwazin folklora Gelê Kurd belav bibe û wiha gotin:"Di nava bernameya Hebû Tunebû de em çîrokên ji bo zarok û mezinan pêşkêş dikin. Armanca me ew e ku em çand, ziman û folklora kurdî biparêzin û nûjen bikin."
DÎMEN HEYE
 
*Dayika Aştiyê da zanîn ku têkildarî grevên birçîbûnê berpirsiyareke mezin dikeve ser milê Wezarata Dadê û divê peywira xwe bi cih bîne û got destpêkirina muzakereyan ew ê sûdê û fêdeyê bide kurd û tirkan. DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê E.K a ji ber kiryarên dewleta tirk ji Efrînê berê xwe daye Helebê, li ser binpêkirinên ku dewleta tirk di Efrînê de dike wiha got: "Jiyana li Efrînê gelek bi tirs û dijwar e, ewlehî têk çûey. Çeteyan 60 darê min ên zeytûnê qut kirin û kiryarên dijmirovî di derheqê mirovan de pêk tînin." DÎMEN HEYE
 
*Gundê Heştan a Şirnexê ku di sala 1992’an de ji aliyê dewletê ve hat şewitandin û wêrankirin şûnde carekedin bi destên jinê zindî bû. Şîrîn Erkul, anî ziman ku kar û barê gund hemû li ser milên jina ye û got: “ Herçend ku kar hemû li ser milên me dimîne jî em  dev ji gundê xwe bernadin û  axa me ji bo me pîroz e.” DÎMEN HEYE
 
*Zero Kabak 95 salî ye û bi salane bi rengên kesk, sor û zer pêşengtiya çalakiyan kiriye. Zero wekê bi hezaran dayikên kurd banga yekitiyê kir û got: “Ez bi taybetî bang li gelê başûrê Kurdistanê dikim û dibêjim rê nedin şer û ji bo yekitiyê bikevin nava hewldanan.” DÎMEN HEYE
 
* Necîbe Şatman a ku ji Afganistanê koçber bûye û niha li Wanê dimîne, bilêvkir ku zivistan gelek sar derbas dibe û ew nikare ji bo xwe û zarokên xwe germ bike sotemeniyê jî bistîne. Herwiha Necîbeyê anî ziman ku xaniyê tê de dimîne jî dilopan dike û banga alîkariyê kir. BI DÎMEN
 
*Têkildarî Hefteya Mafên Mirovan Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nûray Çevirmen bal kişand ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê û wiha got:"Tevî hemû îtirazên saziyên civaka sîvîl û civakê li girtîgehan binpêkirina mafan zêde dibin. Piştî pêvajoya greva birçîbûnê bi dawî bû Abdullah Ocalan tenê ji bo demekê bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Piştre serlêdanên malbat û parêzeran jî hatin redkirin. Loma dîsa girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin." DÎMEN HEYE
 
*Li navçeyên Şirnexê serdana heyeta KCD'ê di roja 3'emîn de didome (1.00-16.00)