Ji TJA'yê li dijî bûyera Kercewsê daxuyanî

  • 15:55 8 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX/ COLEMÊRG - TJA, têkîldarî bûyera tecawizê ya li dijî zarokeka li Kercewsê qewimî li Şirnex û Colemêrgê daxuyanî da. Daxuyaniya li Şirnexê Zeynep Salgucak xwend. Zeynep anî ziman ku ew ê destûrê nedin ser van bûyeran bê girtin û heta ku kiryar bên cezakirin em ê bûyerê bişopînin.
 
Tevgera Jinên Azad(TJA), têkildarî bûyera tecawiza li dijî zarokeka 15 salî li navçeya Kercewsê ya Êlihê pêk hat ku di nav kesên tecwizkar de polîs, çawişên pispor û cerdevan jî hene de daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê tevlî daxûyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Efûya li dijî destdirêjiya zarokan nabe” hat vekirin. Li ser navê jinan daxuyanî ji aliyê Hevseroka navçeya navendê ya HDP’ê Zeynep Salgucak ve hat xwendin.
 
Zeynep, anî ziman ku polîtîqayên îqtîdarê her roj tundiya li jinê tê kirin zêde dikin û wiha got: “Tundiya li jinê bûye wek çandek. Ji aliyê hêzên dewletê de gelek bûyerên destdirêjiyê derketin holê. Hemû dozên ku hatin vekirin bi bêcezabûnê bi encam dibin, pêşiya bûyerên destdirêjiyê yên nû vedikin. Qeymeqam, walî û serokomar hemû tecawizkaran diparêzin. Bi taybetî bi salane li Kurdistanê polîtîqaytên şerê taybet tên meşandin. Bûyerên tacîz û tecawizê jî ji van yekin û ev bûyer roj bi roj zêde dibin.”
 
‘Dest dirêjî her roj zêde dibe’
 
Zeynep, got ku bûyerên destdirêjiyê  bi awayê sîstematîk tên meşandin û wiha pêlda axaftina xwe: “Em ê destûrê nedin ku ser van bûyeran bê girtin. Em ê destûrê nedin ku kiryar bêceza bimînin. Ji bo kiryar bên cezakirin em ê li her derê dengê xwe bilind bikin û em ê bibin şopdarên pêvajoyê. Her roj bi bûyerek destdirêjiyê re em rû bi rû dimînin.  Gelek bûyerên destdirêjiyê  ji ber bi biryarên bêşopandinê bi encam dibin em gelek bifikarin. Kiryarên destdirêjî û tecawizê tên cesaretkirin.”
 
Bang
 
Zeynep, herî dawî bal kişand ser bûyera Cizîrê ku alîkarê midûrê dibistanekê B.E. ku destdirêjî li gelek zarokan kir ku wê daneşîna wî di 10'ê Kanûnê de bê dîtin û banga tevlibûna daneşînê kir.  
 
Li Colemêrgê jî daxuyanî 
 
Pêkhateyên TJA’yê yên Colemêrgê jî bûyera li Kercewsê pêk hat li ber avahiya HDP’a Colemêrgê şermezar kirin. Hevseroka Rêxistina Navçeya Navendî ya HDP’a Colemêrgê Sînem Seven daxuyanî xwend û got jin her roj bi destdirêjî, tecawiz û qirkirinê re rûbirû ne û dixwazin li Kurdistanê vê destdirêjiyê berdewam bikin.