TJA'yê li Mêrdînê bûyera li Kercewsê şermezar kir

  • 14:52 8 Kanûn 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - TJA'yê li Mêrdînê bi daxuyaniyeke ku da bûyera li Kercewsê şermezar kir û wiha got: "Em ê li dijî van polîtîkayên bê cezatiyê timî têbikoşin û desturê nedin qetilkirin û tecawiza li jin û zarokan tê kirin.”
 
Tevgera Jinên Azad  (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) têkildarê buyera ku li navçeya Kercewsê ya Êlihê qewimîye li ber deriyê avahiya HDP’ê ya Mêrdînê daxuyanî dan çapemeniyê. Çalekvanên TJA’yê, rêxistinên jinan ên HDP’ê yên navçe û bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankerta ku li ser “Li Hemberî Destirêjî û Kuştina jinan Em xwe Diparêzin” hate rakirin û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî “ hatin berzkirin.
 
Daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa HDP’ê ya bajêr Munever Olker ve hate xwendin.
 
Munever bal kişand ser zêdebûna buyerên destdirêjî, tecawiz û qirkirina jinan a di demên dawî de û wiha got: “Bi polîtîkayên ku hikumeta AKP’e û MHP’e dide maşandin re ev buyer bêhtir ru didin. Ji ber ku polîtîkayên wan yên bê cezatiyê bêhtir rê li ber van yekan vedikin. Me mînaka vê di buyera Musa Orhan ê ku buye sedema mirina Îpek Er de dît. Musa Orhan bi bê cezatiyê hate xelatkirin. Di buyera Mêrdînê ya B.K. ji heman hişmendî kete meriyetê û tawanbar hate xelatkirin.”
 
‘Hun nikarin me bê deng bikin’
 
Munevverê bal kişand ser buyera ku li Kercewsê qewimiye û wiha got: “ Ji 27 sucdarên ku zarokek 15 salî tecawuz dikin  tenê 11 kes tên lêpirsînkirin. Lê kesên ku buyer derxistine holê gef li wan tên xwarin. Ajansa Jinnewsê ku bûyer derxist holê nûçeya wê hat astengkirin û nûçegîhana wê jî gef lê xwarin. Lê bila were zanîn ku em ê jin tucarî destura nixumandina van buyeran nedin. Em ê timî li dijî destdirêjî, tecawuz û qirkirina jinan serî rakin. Hun nikarin me bêdeng bikin.”
 
Daxuyani bi berzkirina diruşmên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.