Li bersûcê êrişa zayendî 49 sal ceza hat birîn

  • 13:58 8 Kanûn 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Daneşîna Ridvan Ogul ê ku êrişa zayendî li 3 zarokan kiribû hat dîtin. Ji bo Ridvanê êrişa zayendî li 3 zarokan kir, 49 sal û 2 meh ceza hat dayîn.
 
Li Qoserê mêrê bi navê Ridvan Ogul  bi qasî 7 salan êrişa zayendî li du zarokên xwe û biraziya xwe kiribû. Bûyer di Hezîrana  2019’an de, piştî ku zarok ji mamosteyê xwe re behsa vê yekê dike, derketibû holê. Mamoste piştî bûyer bihîst li gel zarokan diçe Serdozgeriya Komarê ya Qoserê û gilî dike. Piştî giliyê tê kirin derbarê Ridvan de lêpirsîn tê vekirin û bi sûcê “Bêparhiştina serxwebûna kesekê/î, destdirêjiya li  zarokan” tê girtin û dişînin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
 
Piştî îfadeya zarokan, îdanameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve derbarê Ridvan Ogul de  hatiye amadekirin ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hat erêkirin. Daneşîna biryarê duh bi awayekî girtî hate dîtin. Ji ber ku alîgirên zarokan giliyê xwe pişt ve kişandin parêzerê wan beşdarî daneşînê nebûn.
 
'Serdozger ceza xwest'
 
Li gorî îfadeya zarokan daye piştî diya wan jiyana xwe ji dest dide Ridvan bi salekê dest dirêjî zarokan dike. Di sala 2011’an de dayika wan jiyana xwe ji dest dide û bavê wan Ridvan jî, ji sala 2012’an heta 2019’an dest dirêjî 2 zarokên xwe û birazaya xwe  dike. Piştî ku daxwazname ji aliyê serdozgeriya Mêrdînê ve hate amadekirin zarokan îfaddeya xwe piştve kişandin. Serdozger diyar kir ku zarok di bin bandora gefên malbatê de mane û ji ber vê yekê giliyên xwe pişt ve dikişînin. Serdozger ji ber sûcê “Bêparhiştina serxwebûna kesekê/î, destdirêjiya li  zarokan” cezayên cuda xwest. 
 
'49 sal ceza hate birîn'
 
Şandeya dadgehê piştî gotinên dawî ji bo sûcê êrişa zayendî ya li dijî her du zarokan bi tevahî 37 sal û 6 meh ceza birî. Ji ber sûcê destdirêjiya ya ku Ridvan li hember biraziya xwe kiriye jî 4 sal û 8 meh ceza hat dayîn. Ji ber sûcê “Bêparhiştina serxwebûna kesekê/î"  7 sal ceza hat birîn. Bi giştî li Ridvan Ogul 49 sal ceza hat birîn.