Hevserokên KCD'ê serdanên xwe didomînin

  • 13:37 8 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Heyeta KCD'ê ku hevserokên wê Leyla Gûven û Berdan Ozturk jî di nav de cih digirin li navenda Şirnexê serdana xwe berdewam dike.
 
Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk  (KCD) ku hevserokên wê Leyla Gûven û Berdan Ozturk jî di nav de cih digirin, serdana xwe li Şirnexê didomîne. Heyet di roja dumîn de çû serdana malbatên Şirnexî.
 
Malbatên ku serdana wan hat kirin bi coşeke mezin heyet pêşwazî kirin. Heyetê pirsgirêkên malbatan gûhdar kirin û soza ku van pirsgirêkan bi hev re çareser bikin da.