Hevdîtinên bi gel re yên KCD'ê di roja duyem de didomin

  • 13:20 8 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Şandeya ku Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk jî di nav de di roja duyem de li Şirnexê serdana malbatan kir. 
 
Hevdîtina bi gel re ya Şandeya ku Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk jî di nav de di roja xwe ya duyem de li Şirnexê dewam dikin. Şande di roja duyem de li navenda bajêr çû serdana malbatan. 
 
Di serdanan de şandeyê li pirsgirêkên malbatan guhdar kir û diyar kir ku ew ê pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Hevserokên KCD'ê bal kişandin ser pirsgirêkên li herêmê rû didin û dan zanîn ew ê li dijî zext û astengiyan bi hev re têbikoşin.