TJK-E'yê ji bo darezandina dîktator banga çalakiyan kir
- 12:00 8 Kanûn 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê daxuyaniyek belav kir ku wê di çarçoveya kampanya bi navê ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ li gelek bajaran çalakiyan li dar xin.
Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) ji bo darezadina dîktator Erdogan û rawestandina qetilkirina jinan banga tevlîbûna li çalakiyên ku wê di 10’ê Kanûnê de li Berlîn, Brûksel û 12’ê Kanûnê jî li Baselê bên lidarxistin kir.
TJK-E’yê cih û navnîşanên bajarên ku çalakî li wan bên kirin jî wiha rêz kir:
Bruksel
Dîrok: 10’ê Kanûna 2020
Saet: 12:00
Cih: Rue De La Loi, 1000 Bruxelles
Pêşiya Konseya Ewropa
Berlîn
Dîrok: 10’ê Kanûna 2020
Saet: 14:30
Cih: Platz Der Republik 1
Pêşiya Parlementoya Berlînê
Basel
Meş
Dîrok: 12’ê Kanûna 2020
Saet: 13:30
Cih: Theaterplatz – Basel