Li Denîzliyê wesayita kedkaran qulipî: 22 kes birîndar bûn

  • 10:15 8 Kanûn 2020
  • Rojane
DENİZLİ -  Li navçeya Kaleyê wesayita kedkar tê de bûn qulupî. Di  qezayê de 22 kes birîndr bûn.
 
Li bajarê Mûxlayê nêzî navçeya Kaleyê wesayiteke ku tê de kedkarên çandiniyê hebûn qeza kir. Li gor agahiyên hatin bidestxistin hat diyarkirin ku  qeza ji ber nebaldarbûna ajovan rûdaye. Piştî qezayê tîmên agirkujê, polês û tendurstvan şandin cihê bûyerê.
 
Kedkarên birîdar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneya navçeya Kaleyê.
 
Di derheqê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.