2'yemîn Konferansa ROJIN hat lidarxistin

  • 10:04 8 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanên Jinên Kurdistanê (ROJIN) a sala 2018’an hate avakirin 5’ê Kanûnê li paytexta Belçîka Brûkselê 2’emîn konferansa xwe pêk anî.
 
Bi tevlîbûna 30 delegeyên jin ên rojnamevanên li saziyên çapemeniya Kurd ên li Ewropayê konferans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî xebatên du salî hatin nixandin û têkildarî siberoja çapemeniya jinê ya Kurd nixandinên berfireh hatin kirin.
 
Di nixandinan de bal kişandin ser rola kesî ya diyarker û hat gotin pêwîstî bi weşangeriyeke pêşî bê vekirin û dînamîk heye. Hate gotin ku di Şerê Cîhanê yê 3’emîn ku di roja îro de tê pênasekirin, jin jî di nava navenda vî şerî de cih digire. Di konferansê de wiha gotin: "Jin aliyekî yê Şerê Cîhanê yê 3’emîn e, dike hedef ku sîstemê ji bingeh ve biguherîne. Pêşengtiya civaka li ber xwe dide ku ji her alî ve êrîş li ser tê kirine, dike. Di vê mijarê de avakirina eniyeke hevpar a jinên cîhanê girîng e."
 
Di dewama nixandinan de bang li çapemeniya PDK’ê hate kirin ku ‘xwe ji zayendîparêziyê rizgar bike, weşangeriyeke ku di berjewendiyên netewa demokratîk de bikin.’
 
Xalên ku di konferansê de derketin pêş wiha ne:
 
“Rojevîkirina tevgerên jin ên Kurdistanê û cîhanê, li herêmê jî rojevên nayên dîtin bi rêya çapemeniyê kifş kirin û pêşiya têkoşîna jinê vekirin.
 
Li hemberî qetlîam û şideta li ser jinê ya li gelemperiya cîhanê dom dike, teşfîqkirina xwe rêxistin û xweparastinê.
 
Deşifrekirina sîstem û spartekên îdeolojîk ên li ser hebûna jinê hebûna xwe didomîne û ji bo vê rojane polîtîkayan dihilberîne kifşkirin.
 
Kampanyay Tevgera Jinên Kurd ên Ewopa (TJK-E) a ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ hatiye destpêkirin, rojeveke esasî be.
 
Di bin sêwana ROJIN de avakirina atolyeyên zanabûna îdeolojîk û pîşeyî
 
Li ser rastiya ku weşaneke dewlemend û yekbûyî ya jinê di rêya azadiyê de derbas dibe, bihêzkirina torên civakî yên xwecihî.
 
Di serî de zimanê Kurdî divê weşangeriyek pir ziman û çand bê esasgirtin
 
Rojevên jinan ên heftana bên kirina hevpar.
 
Ji bo zimanê hevpar ê çapemeniyê bê kirin, ferhenga termînolojiya çapemeniya jinê bê amadekirin.”