TJA û Meclîsa Jinan a HDP: Li Kurdîstanê şerê taybet dimeşînin

  • 15:18 7 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - TJA û Meclîsa Jinan a HDP têkîldarî bûyera tecawizê ya li dijî zarokeka li Kercewsê qewimî, daxuyanî da.
 
Tevgera Jinên Azad(TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Têkildarî bûyera tecawizê ya li dijî zarokeka 15 salî li navçeya Kercwsê a Êlihê pêk hat ku di nav kesên tecwizkar de polîs, çawişên pispor û cerdevan jî hene de daxuyanî da.  Daxuyaniya ku tê de pankarta “Em tundiya dewletê ya mêr teşhîr dikin” hat vekirin atîvîsta TJA’yê Bahar Karataş Ulug xwend.
 
‘Li Kurdîstanê şerê taybet tê meşandin’
 
Baharê di  destpêka axaftina xwe de Îpk Er a ku çawîşê pispor Musa Orhan tecawizî wê kir û bû sedema mirina wê bi bîr xist û got: “Dîsa li Şirnexê çawişê pispor ê bi navê Aslan A. êrîşa zayendî li du zarokan kiribû. Tevî van yekan helwesta desthîlatdarê cesaret daye van kesan. Qanûnên wan mêran diparêzin. Her wiha bi daxuyanî û sekna xwe tundiya li ser jinê rewa dikin. Li Kurdîstanê jî aşkere ye ku bi wan sûcên dikin şerekî taybet dimeşînin. Bi wan bûyerên qirêj bi nirxên civakê dilîzin.”
 
‘Em ê şopdarên bûyerê bin’
 
Bahar got polîtîkayên ku li ser jin û zarokên kurd tên meşandin dê bê encam bimînin û ev tişt anî ziman: “Polîtîkayên bi vî awayî ji salên 90’î de heta îro tên meşandin. Lê çawa ku di paşerojê de bê encam mabûn wê dîsa jî bê encam bimînin. Em TJA û Meclîsa jinan a HDP bi saziyên jinan re em ê şopdaren wê bûyerê bibin. Heta ku bersûc bên darizandin û bên cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha ji bo ku ew polîtîkayên qirêj bi dawî bibin em ê ji bo teşhîrkirina wan bûyeran têbikoşin.”