Ji bo nûçeya me ya Kercewsê biryara astengkirinê hat dayin

  • 10:24 7 Kanûn 2020
  • Rojane
ÊLIH - Ji bo nûçeya ajansa me ya têkildarî bûyera êrişa zayendî ya sîstematîk a li dijî zarokekê ya li Kercewsê qewimî û di nav vê bûyerê de polîs, çawişên pispor û cerdevan jî hene, biryara astengkirinê hat dayin. 
 
Ajansa me bûyera li Navçeya Kercewsa Êlihê ya di nav de polîs, leşker û çawişê pispor jî tê de 27 kesî tecawizî zarokekê kiriye û du fuhuş li ser du jinan ferz kiriye derxistibû holê. Nûçegehîna me ji ber ku ev bûyer şopand ji aliyê polîsên tevgera taybet vê hat tehdîdkirin. Nûçeya me ya têkildarî vê bûyerê ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Kercewsa Êlihê hat astengkirin.