Ji Baroya Êlihê daxuyaniya Kercewsê

  • 10:22 7 Kanûn 2020
  • Rojane
ÊLIH - Têkildarî bûyera êrişa zayendî ya sîstematîk a li dijî zarokekê ya li Kercewsê qewimî û di nav vê bûyerê de polîs, çawişên pispor û cerdevan jî hene Baroya Êlihê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ew ê Baroya Êlihê şopdarê vê mijarê bin. 
 
Li gundekî girêdayî Kercewsa Êlihê zaroka 15 salî bi giliyê zikê wê diêşe diçe nexweşxaneyê û li wir eşkere dibe ku ew zarok bi tecawizê rû bi rû maye û ducanî ye. Li ser gilîkirinê li heman gundî du mêrên bi navê M.A. û V.A. hatin girtin. Hat diyarkirin ku polîs, çawişên pispor û cerdevan jî eleqeya wan bi vê bûyera tecawizê heye. 
 
Têkildarî bûyera ku biryara veşartin û qedexeya weşanê li ser hat dayin Baroya Elihê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da. Baroyê diyar kir ku ew ê şopdarê dozê bin û got:"Bila dixwazin bê zanîn ku ew ê Navendên me yên Mafên Zarok û Jinê şodarê vê mijarê bin. Piştî bi Edliyeya Kercewsê hevdîtin pê kirin şûn de emê têkildarî vê yekê jî daxuyaniyê bidin."
 
Serdozgeriya Komarê ya Êlihê jî îdia kiribû ku peywirdarên cemaweriyê ne di nava vê bûyerê de ne û gotibû nûçe derew e.