Jinên Şengalî:Rêber Apo nirxê mirovahiyê ye

  • 09:07 7 Kanûn 2020
  • Rojane
Elmaz Nayîf -Viyan Said
 
ŞENGAL - Jinên Şengalî têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kirin ku ew dixwazin tecrîd bi dawî bibe û wiha gotin:"Em wekî Êzidî deyndarê Rêber Apo ne. Em ê heta dawiyê ji bo azadiya wî têbikoşin."
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike. Li dijî vê tecrîda giran çalakî û bertekên Gelê Kurd dewam dike. Jinên Şengalî jî li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bertekên xwe nîşan dan. Jinan gotin:"Rêber Apo nirxê mirovahiyê ye. Çawa wî me ji fermanê rizgar kir divê em jî wî ji tecrîdê rizgar bikin."
 
'Rêber Apo nirxê mirovahiyê ye'
 
Kinê Xidir di der barê tecrîdê de nêrînên xwe bi van peyvan anî ziman: "Em wek jinên Şegalê vê tecrîdê şermezar dikin. Ev 22 sal in ku Rêberê me Girtîgeha Îmrali yê de ye. Ji ber Rêberê me kesên bindest diparêze îro tê girtin. Rêberê me ji mafên xwe bêpar tê hiştin û di nava tecrîdê de tecrîdê dijî. Banga me ji yên kû dibêjin em mafê mirovan diparêzin û em edaletê diparêzin, ew e ku bila li dijî kiryarên ser rêberê me derkevin. Di 3’yê Tebaxê de ferman ser ser Êzidiyan çêkirin. Keçên me revandin, zarokên me, pîr û kalên me kuştin, wenda kirin, cihên me yên pîroz tune kirin. Ji xeynî şervanên Rêber Apo kes bi hewara me ve nehat. Wek Êzidî em deyndarên Rêberê xwe ne. Em ê heta dawî ji bo rizgarkirina wî tekoşînê bikin. Em dixwazin her kesê xwedî wicdan vê tecrîdê qebûl neke ji ber tecrîda ser Rêbertî li ser me teva ne. Ger Rêberê me rizgar bibûya wê ev şer ev kuştin û komkujî çênebûba. Wê her kes azad bijiya. Rêber Apo ne tenê kesayetek e. Ew ji wê wêdetir nirxê mirovahî yê ye."
 
'Em ê heta dawiyê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin'
 
Gulîstan Xidir: "Em jî weke jinên Êzidî tecrida li ser Rêberê xwe napejirînin û em şermezar dikin. Em wekî Êzidî deyndarê Rêber Apo ne. Em ê heta dawiyê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Rêber Apo nirxê mirovahiyê ye. Çawa wî me ji fermanê rizgar kir divê em jî wî ji tecrîdê rizgar bikin."