'Felsefeya azadiyê bandorek erênî li ser me ava kir'

  • 09:05 7 Kanûn 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku di meclîs û komînanan de kar dimeşînin li ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku jiyan û karê xwe bi rêxistin dikin wiha gotin: "Felsefeya Rêber Apo hebûna jinê ya bi hezaran salan hatiye veşartin derxist holê.  Îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jinên têkoşer dîrokê dinivîsînin û di hemû karan de pêşengtiyê dikin."
 
Di hemû parêznameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de girîngiya rêxistina jinê jî derdikeve pêş. Jina ku bi hezaran salan di bin zihniyeta desthilatdariyê de dijiya, bi fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadiya xwe nas kir û rêya xwe ronî kir. Jinê azadiya xwe bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re tacîdar kir û di hemû kar û xebatan de pêşengtî kir. Îro jina kurd mohra xwe li dîrokê da û hemû jinên cîhanê bandor kir. Jinên Efrînê yên ku di meclîs û komînan de kar û xebatê dimeşînin bandora fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di nava jiyan û karê xwe de nirxandin.  
 
'Felsefeya azadiyê bandorek erênî li ser me ava kir'
 
Endama Meclîsa Kantona Efrînê, Fikret Abdullah diyar kir ku fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji wan re bûye rêya xwenaskirinê û wiha got: "Jina kurd bi naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo xwe û hebûna xwe nas kir. Em jî weke jinên Efrînê ketin nava kûrahiya wê fikrê û jiyanek nû li ser esasê azadî û wekhevîyê ji xwe re ava kir. Min bi naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo girîngiya hebûna xwe ya di nava civak û malbatê de bêhtir nas kir. Felsefeya azadiyê bandorek li ser me da avakirin û em heta vê kêliyê jî di nava kar û xebatê de ne û ji bo azadiya jinê dixebitin. Divê tevahî jinên cîhanê hebûna xwe nas bikin."
 
'Civak bi hebûna jinê watedar e'
 
Hevseroka Komîna Gundê Babinêsê ya Kantona Şehbayê Nebîha Bekir destnîşan kir ku fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan aloziyan çareser dike û wiha domand: "Ji dîrokê heta vê kêliyê gelek rêxistin û fikir derketin holê, lê fikir û ramanên Rêber Apo ji wan fikran cuda bû, ji ber fikrê Rêber Apo hemû aloziyan çareser dike. Felsefeya Rêber Apo hebûna jinê ya bi hezaran salan hatiye veşartin derxist holê.  Îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jinên têkoşer dîrokê dinivîsînin û di hemû karan de pêşengtiyê dikin. Jin niha li ku derê dibe bila bibe ew der bi rastiyan tê xemilandin. Ji bo wê civak bi hebûna jinê bi watedar e."
 
'Jinên Rojava li tevahî cîhanê bûne çavkaniya îlhamê' 
 
Hevseroka Meclîsa Kampa Berxwedan, Şehînaz Ehmed Kolîko jî wiha got: "Di demê berê de jin di hundir malbatên xwe de nikaribûn nêrînên xwe parve bike, ji ber zilamê serdest jin bi çavekî biçûk didît. Piştî ku fikir û felsefeya Rêber Apo di nava civaka me de belav bû, jin hêdî bi hêdî bêhna azadiyê dikişand û bi vê bêhnê re zincîra koletiyê şikand. Niha jinên Rojavayê Kurdistanê li tevahî cîhanê bûye çavkaniya îlhamê û gelek jinên cîhanê hatin tevlî şoreşa me bûn û fikir û felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas kirin. Niha jî li vê derê hemû gel bi rêxistinkirî ne. Ez bi xwe jî niha hevserok im û ev yek jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêş ket."