'Peymana Şengalê dewamiya planên dagirkerî û qirkirinê ye'

  • 09:02 7 Kanûn 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê, Evîn Paşo têkildarî Peymana Şengalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hat, nirxandin kir û ev tişt got: "Peymana Şengalê dewamiya planên dagirkerî û qirkirinê ye. Wê Şengal nebe bazara lîstokên wan."
 
Piştî rizgarkirina Şengalê ya ji çeteyên DAIŞ’ê di 13’yê Mijdara 2015’an de, şêniyên herêmê Rêveberiya Xweser û hêzên xwe yên leşkerî ji bo parastin û rêvebirina herêmê ava kir. Lê belê hikûmeta Îraqê di 9’ê Cotmeha 2020’an de li gel hikûmeta Hewlêrê peymanek imze kir û 10 hezar leşkerên Îraqê derbasî Şengalê bûn. Têkildarî mijarê Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo nirxandin kir.
 
'Wê Şengal nebe bazara lîstokên wan'
 
Evînê di destpêkê de peymana di navbera hikûmeta Îraq û Hewlêrê de ya têkildarî rêvebirina Şengalê şermezar kir û wiha got: "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin, pêşmergeyan hêzên xwe ji Şengalê vekişand û civaka Êzidî di destên çeteyan de hiştin. Civaka Şengalê piştî rizgarkirinê bi xwe rêxistina xwe ava kir û li ber xwe dan. Ne mafê tu kesî ye ku careke din serweriya xwe ser vê civakê bidin ferzkirin.  Hêzên ku civka Êzidî di destên çeteyan de hiştin, îro nema bawariya vê civakê bi van hêzan tê û dê dîsa nebe lîstoka bazarên wan."
 
'Peymana Şengalê fermaneke nû ya li dijî civaka Êzidî ye'
 
Evînê da zanîn ku peymana li dijî Şengalê berdewamiya pilanên dagirkeriyê  ye û wiha pê de çû: "Pêwist e Gelê Kurd li hember pilanên dagirkeriyê hişyar be. Dewleta tirk bi pêkanîna van peymanan dixwaze şerê navxweyî bide pêş.  Pêwist e em rê nedin şerê birakujiyê, sîstemên dewletan xwe li ser şerê birakujiyê ava dikin û xaka me dagir dikin. Divê em yekîtiya xwe ava bikin û rê nedin ku fermanek nû li dijî civaka Êzidî pêk were."
 
'Bila em bi hev re komkujiyên li dijî kurdan bi dawî bikin'
 
Evînê bang li Gelê Kurd kir ku li şûna peymanan bi dewleta tirk re deyînin, parastina xwe bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Pêwist e hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi rêzdarî nêzî xweseriya civaka Êzidî  ya li Şengalê bibe. Bila em bi hev re komkujiyên li dijî kurdan bi dawî bikin."