Feleknas Uca: Em naxwazin tu hêzên kurd xizmeta dijmin bikin

  • 09:01 7 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Parlementera HDP’ê ya Êlîhê Feleknas Uca bal kişand ser rageşiya li Herêma Federal a Kurdistanê û got: "Armanca dijmin aşkere ye, lê pêwist e ku em pêşî li vê armancê bigirin. Em naxwazin tu hêzek kurdan xizmeta dijmin bike. "
 
Aloziya li Herêma Federal a Kurdistanê di nav kurdan de bûye mijara niqaşê. Gelek sazî û dezgehên kurdan ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî bang dikin û roj bi roj sekna xwe ya ji bo yekitiyê diyar dikin. Di rojên borî de di pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û bi tevlibûna gelek partiyên din ên siyasî li Amedê li Kolana Hunerê ya taxa Ofîsa Yenîşehirê  derbarê pêşketinên li Herêma Federal a Kurdistanê de daxuyanî hatibû dayîn û careke din ji bo yekitiya netweyî ya kurd bang hatibû kirin. Têkîldarî mijarê Parlementera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlîhê Feleknas Uca nerîna xwe parve kir.
 
‘Em naxwazin tu hêzên kurd xizmeta dijmin bikin’
 
Feleknas destnîşan kir ku Gelê Kurd di dîroka xwe de gelek êş û jan kişandiye, piştî van êşan kurd şerê naxweyî napejirînin û wiha berdewam kir: “Dijminên kurdan ji sed salî zêdetir e êrîşî her çar parçeyên Kurdistanê dikin. Dijmin bi van êrîşên xwe kurd di warê fikrî de jî ji hev parçe kirine. Deskeftiyên kurdan di nav  xwe de parve kirine.  Li ser erdnîgariya Kurdistanê ku di nav xwe de parve kirine Dijminatiya herî mezin dikin.  Dijminê kurdan çawa ku bi peymana Lozanê Kurdistanê kirin 4 parçe îro jî dixwazin kurdan bikin 10 parçe. Ji ber vê yekê jî deskeftiyên kurdan di bin xetereyê de ne û dixwazin kurdên li gorî berjewendiyên xwe rêvebibin. Ev niqaşên bi vî rengî ku tên kirin nayên qebûlkirin. Ji ber ku Gelê Kurd di dîroka xwe de gelek êş kişandiye. Tu carî Gelê Kurd şerekî navxweyî qebûl nekiriye. Ji ber vê pêwist e ku bi taybet partiyên kurdistanî û Gelê Kurd li hemberî vê helwestê derkevin û neyên listîkên dijminan. Armanca dijmin aşkere ye lê pêwist e ku em jî pêşî li armancên wan bigirin.  Şerê navxweyî nayê qebûlkirin û ji bo me xiyanet e. Ji ber van sedeman pêwist e ku em li dijî van pêkanînan sekna xwe diyar bkin û têbikoşin. Em naxwazin tu hêzên kurd xizmeta dijmin bikin. “
 
‘Dem dema azadiyê ye’
 
Feleknasê got ku roj bi roj êrîşên li ser deskeftiyên kurdan zêde dibin û wiha pêde çû: “Hem li Rojava, hem li Şengalê û hem jî li bakurê Kurdistanê bi mijara qeyûman, êrîşî destkeftiyên kurdan dikin. Roj bi roj dagirkirina  erdnigariya başûrê Kurdistanê zêdetir dibe. Dewleta tirk li herêmê li gelek cihan hêzên xwe yên leşkerî bi cih kirine. Me ev hêzên leşkerî li  Rojava; Kobanê,  Serêkaniyê û li Mexmûr û li Şengalê jî dîtin. Ev hêz îro li bakurê Kurdistanê jî deskeftiyên ku hatibûn bidestxistin dixwazin tune bikin. Pergala hevserokatiyê di şexsê jinê de di bin xetereyê de ye. Li hemberê vê divê kurd çi bikin, pêwist e ku em li ser vê jî bisekinin. Divê Gelê Kurd rê nedE êrîşên bi vî awayî. Bi şerê naxweyî tenê ne ku wê du hêzên kurdan tune bikin,  di rastiyê de dixwazin hebûna Kurdistanê tune bikin.  Jî ber vê yên zirar li wan bê wê destkeftiyên Gelê Kurd bin. Ê ku  li hember van êrîşan bisekinin jî kurd in. Me wek DBP’ê li Amedê peyama xwe ya ji bo vê rageşiyê da. Em rê nadin şerekî navxweyî ku pêk bê û em ê ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin. Divê em xizmeta dijmin nekin. Îro dem dema azadiya Gelê Kurd e.”
 
‘Em ê xebatên xwe yên ji bo yekitiyê bidomînin’
 
Feleknasê diyar kir ku ji bo yekitiya neteweyî xebatên xwe berdewam dikin û got: “Me li başûrê Kurdistanê jî gelek hevdîtîn pêk anîn û ji bo yekitiya neteweyî  xebat meşandiin. Em îro jî dibêjin ku ji bo pêkanina yekitiya neteweyî divê berjewendiyên Gelê Kurd esas bên girtin.  Bi berjewendiyên parçeyekî tenê yekitî ne pêkan e.  Ji ber ku tim û daîm ji bo parçeyekî hewil dan yekitî pêk nehat. Me yekitiya jinên kurd jî da avakirin. Bi pêşengtiya jinê em dixwazin xebatên ji bo yekitiyê berfirehtir bikin. Em ê rê nedin ku dijminên kurdan li ser pêşeroja kurdan biryarê bidin. Ji ber vê yekê dermanê êşa Gelê Kurd yekitiya neteweyî ye. heke tifaqa me hebe em dikarin deskeftiyên Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê jî biparêzin. Binêrin di berxwedana kobanê de hêzên li her çar parçeyen Kurdistanê bi rihê neteweyî bûn yek û di wir de peyama yekitiyê derket holê.  Çima niha jî ji bo tevahî Kurdistanê yekitiya neteweyî pêk neye. Em dibînin ku roj bi roj sîyaseta tunekirinê li ser kurdan tê sepandin. Roj bi roj kurd bi ber helandinê ve diçin. Roj bi roj deskeftiyên me ji destê me diçin. Em dikarin bêjin ku îro şerê me yê man û nemanê ye. Yan em bi hev re bi ser bikevin an jî em ê winda bikin.  Em ji bo berjewendiyên parçeyekî nikarin berjewndiyên parçeyên din ji nedîtî ve bên. Dijberî vê wê komkujî û ferman li ser me berdewam bikin.”
 
'Divê em lîstikan vala derxînin'
 
Feleknasê di heman demê de bal kişand ser peymana Şengalê jî ku di navbera Iraq û hikûmeta herêmê de hat îmzekirin û destnîşan kir ku bi wê peymanê bingehê fermaneke nû hat danîn. Feleknasê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê peymanê de vîna şêniyên Şengalê cih negirt û tê fêmkirin ku biryarek sîyasî ye. Li ser Şengalê gelek plan û proje tên amadekirin. Heke Şengal biçe dê Rojava jî biçe, Hewlêr û Silemanî jî biçe. Lewra pêwist e ku em bêdeng nemînin û plan û lîstîkên Emerîka û Tirkiyeyê vala derxînin.”