ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2020'Î

  • 09:00 7 Kanûn 2020
  • Rojev
*Parlementera HDP’ê ya Êlîhê Feleknas Uca bal kişand ser rageşiya li Herêma Federal a Kurdistanê û got: "Armanca dijmin aşkere ye, lê pêwist e ku em pêşî li vê armancê bigirin. Em naxwazin tu hêzek kurdan xizmeta dijmin bike." DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê, Evîn Paşo têkildarî Peymana Şengalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hat, nirxandin kir û ev tişt got: "Peymana Şengalê dewamiya planên dagirkerî û qirkirinê ye. Wê Şengal nebe bazara lîstokên wan."
DÎMEN HEYE
 
*Mor Çati ji roja hatiye avakirin heta niha jiyana gelek jinan guhert. Li ser guhertina jiyana jinan, têkoşîn û piştevaniya Mor Çatiyê dildara weqfê Ece Eger wiha got:"Guhertin pêkan e." DÎMEN HEYE
 
*Şêniyên Geverê nerazîbûn nîşanî VEDAŞ'a ku li gel polîsan bi ser taxa wan de girt 4 kes birîndar kirin  dan. Jinên li van taxan rûdinên  gotin, "Li gel polîsan bi ser taxa me de digirin û gengeşiyê derdixin û li zarok û ciwanên me didin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê yên ku di meclîs û komînanan de kar dimeşînin li ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku jiyan û karê xwe bi rêxistin dikin wiha gotin: "Felsefeya Rêber Apo hebûna jinê ya bi hezaran salan hatiye veşartin derxist holê.  Îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jinên têkoşer dîrokê dinivîsînin û di hemû karan de pêşengtiyê dikin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Şengalî têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kirin ku ew dixwazin tecrîd bi dawî bibe û wiha gotin:"Em wekî Êzidî deyndarê Rêber Apo ne. Em ê heta dawiyê ji bo azadiya wî têbikoşin." DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku her kesên demokrasiyê dixwazin û dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin divê ku ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê têbikoşin û got, " Heta ku tecrîd bi dawî nebe, Brêz Oclan tevli pêvajoyê neyê kirin, ne pêkane ku krîza heyî bi dawî bibe." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ezîze Ibrahîm têkildarî rewşa Vîrûsa Koronayê û qedexeya giştî ya li herêmê wiha got: "Li gor mehên borî, di van 15 rojan de hejmara kesên bi vîrusê ketine û kesên jiyana xwe ji dest dane kêmtir bûye. Ev yek jî bi saya qedexeyê ye. Hêviya me ji gel heye ku li gor tedbîran tev bigerin, da ku em hevdu biparêzin." DÎMEN HEYE