Li Erzeromê zarokek û 2 jin hatin qetilkirin
- 17:09 6 Kanûn 2020
- Rojane
ERZEROM - Li navçeya Yakutiyeyê Racî Arslan Gulçîn Karabayik a ku xwe jê berdabû, zarokên xwe Cansu (17) û Burçîn Aslan bi çekê qetil kirin.
L navçeya Yakutiye ya Erziromê Racî Arslan Gulçîn Karabayik a ku xwe jê berdabû, zarokên xwe Cansu (17) û Burçîn Aslan bi çekê qetil kirin. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs hatin cihê bûyerê û xewstin Racî Arslan binçav bikin, lê Racî destûr neda wan û hewl da întîhar bike. Racî Aslan ê hewl da întîhar bike bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku 26 dosyayên Rarcî Aslan ku ji ber sûc kirine hatiye amadekirin hene.