Polîsan destên zarokekî ji paş ve kelepçe kir û kirin bin çavan
- 15:51 6 Kanûn 2020
- Rojane
AMED - Polîsan li Amedê, zarokek serdevkî avêtin erdê, destên wî ji paş ve kelepçe kirin û dûre binçav kirin.
Li Cadeya Nukhet Coşkûn a Taxa Kaynartepe ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê, polîsan zarokekê temenê wî 15-16 salî bû, serdevkî avêtin erdê û lêdan. Polîsan dûre destên zarok ji paş ve kelepçe kirin û xistin bin çavan. Welatiyên derdorê bi telefonên xwe bûyer kişandin. Di dîmenan de, polîs zarok devdevkî davêjin erdê, destên wî ji paşve kelepçe dikin û dûre bi xwe re dibin.