Jinên Helebê bi meşekê tecrîd şermezar kirin

  • 19:10 16 Cotmeh 2020
  • Rojane
HELEB - Jinên Helebê bi meşekê girseyî tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
Bi pêşengtiya Kongreya Star a bajarê Helebê, bi meşekê girseyî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate şermezar kirin. Di meşê de bi sedan jinên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, sazî û dezgehên sivîl amadebûn. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Em jin azadiya Rêber Apo dixwazin" hatibûn hildan. Meş li sê cihan destpêkir Şerqî, Xerbî û Eşrefiyê. Paşê girsê li hola Cebnat kombûn.
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Helebê Sûad Hesen tecrîd şermezar kir û wiha got: "Rêber Apo ev 21 sal di girtîgeha Îmraliyê de ye. Her wiha heta roja îro tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Dewleta tirk nahêle ku ne parêzer ne jî malbat serdanê Rêber Apo bikin. Em vê tecrîdê bi tundî şermezar dikin û em tucaran ranawestin heta ku em tecrîda girankirî li ser Rêber Apo bişkînin. Em ji bo azadiya Rêber Apo bi israrin û heta azadiya Rêber Apo misoger nebe em qet dev ji çalakiyên xwe bernadin. Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin." 
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.