Jinên Êzidî li dijî peymana Bexda û Hewlêrê meşiyan

  • 16:03 16 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Jinên Şengalê li dijî peymana di navbera hikûmetê Bexda û Hewlêr de hatî îmzekirin meşek li dar xistin. Piştî meşê daxuyaniyek dan û gotin: "Em bang li hemû civaka xwe ya Êzidî dikin ku li dijî van planên qirêj yekîtiya xwe ava bikin. Em baş dizanin armanca planên Hewlêr û Bexdayê dûbara kirine fermanê ye." 
 
Meşa ku ji aliye Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve hat organîzekirin, li ber şaredariya Gel a Bajaroka Sinûnê dest pê kir. Girseya qelebalix, bi al pankartên xwe dest bi meşê kirin bi dirûşmeyan helwesta xwe nîşan dan. Meş li ser rêya gundê Kersê bi dawîbû û li vir daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê TAJÊ Delîla Axîn daxuyanî xwend. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Gelê Êzidî ku ji fermanê heya roje me ya îro ruxmî hemû zor û zehmetiyan li berxwe da, xwe rêxistin kir û bû hêz. Îro Şengal bi hêza xwe xwe bi rêvedibe û herêmên xwe dîparêze. Di demên herî zor de em xwediyê Şengalê bûn. Di fermana 3'yê Tebaxa 2014'an de li pêşiya çavên cîhanê 7 hezar pêşmergên PDK'ê Şengal berdan û reviyan. 
 
Li hemberî fermanê bêdeng man...
 
Her wihe ne tenê Şengal ji aliyê Pêşmergên PDK'ê ve nehat parastin hikûmeta Îraqê jî li hemberî êrîş û komkujiya Şegalê bê deng man. Di encamê vê îxanetê de Ferman li Şengalê pêk hat, bi hezaran keç, jin, zarok, xort, pîr û kalên civaka Êzidî dîl ketin destê çeteyên DAÎŞ'ê. Bi dehan gorên komî yên Êzidiyan hene. Hîna carenûsa bi sedan dîlên ku ketine destê DAÎŞ'ê de ne diyare.
 
Beriya her tiştî pêwîste hêzên ku Şengal rûbirû fermanê hiştîn û bê deng man bên mehkûmkirin. Ev îtifaqa hikûmete Herêma Kurdistanê û hikûmete Îraqê ku li 9'ê  cotmehê pêk anîn, ne li gorî berjewendiyê civaka Êzidî û aramkirine rewşa Şegalê ye. Berovajî vê ji bo dubara kirine ferman û komkujiyên li ser civaka Êzidî ye. Îro Şengal bi hêza xwe xwe bi rêve dibe û parastine xwe dike, pêwîstiyên civaka Şengal bi parastin û îdarekirine hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Şengalê nîne. 
 
Armanc duberakirina komkujiyê ye
 
Tu biryarên bêyî îradeya Êzidî yê Şengalê wê neye qebûlkirin. Hîne birînê me yê fermanê hene, divê ku beriya her tiştî lêborîn jî civaka Êzidî ya Şegalê bê xwestin û îradeya civaka vir nas bikin û li gorî wê tevbigerin. 
 
Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekitiya Jinen Ciwan en Êzidî bang li hemû civaka xwe ya Êzidî dikin ku li dijî van planên qirêj yekîtiya xwe avabikin. Her mirovekî Êzidî ku hîna êşa fermanê dijî pêwîste li dijî vê îtifaqa li ser civaka Êzidî ya Şengalê xwedî helwest be. Em baş dizanin armanca vê planê Hewlêr û Bexdayê dûbara kirine ferman û komkujiyane.
 
Bila carek din îxanetê nekin
 
Em wek Tevgera Azadiya Jinen Ezidi dubare destnîşan dikin ku, ev hevpeymana ku be vîna Êzidiyan hat pekanîn, red dikin. Heya ku bi hezaran keçen me dilgirtine û li bazaran wek kole tên firotin em bi tu awayi hatina pesmergeyen PDK qebûl nakin. Ji ber ku ew bûne sedema ku ev ferman pêk were. Heger naxwazin carake din di diroke de bi îxanet û revokbûyina xwe werin naskirin, em cara dawi ve dibêjin ku bila dev ji xwen û xeyalen Şengale berdin. Em nema dihelin ku bi xeyalen Şengale bijîn. Hatineke wan hebe ev e bibe sedema dubara revokbuyina wan. Em vê peymanê wekî berdewamiya fermanê dibînin." 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên wekê "Bijî berxwedana jin û Êzidiyan", "Bijî xweseriya Şengalê" û "Bimre xiyanet" bi dawî bû.