Dayika Îpek Er: Heqê me ji kesên ew serbest berdan re nemîne

  • 15:41 16 Cotmeh 2020
  • Rojane
SÊRT - Dayika Îpek Er Hakîme Er berî daneşîna Musa Orhan Axivî, bertek nîşan da û got "Heqê me ji kesên ew serbest berdan re nemîne."
 
Daneşîna Doza ku çawîşê pispor Musa Orhan ê li navçeya Qubînê ya Êlihê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê tê dîtin. Ji bo tevli daneşînê bibin dayika Îpekê Hakîme Kiliç û bavê wê Fuat Er çûn edliyeya Sêrtê. 
 
'Çi heqê wî li me bû'
 
Hakîme ya ku li Edliya Sêrtê li benda daneşînê bû wiha got, "Xwedê heqê keça min nehêle. Çi heqê wî hebû ku wiha li  me kir. Heqê me ji kesên ew serbest berdan re nemîne."