TJA: Ji bo em bijîn em li berxwe didin

  • 15:15 16 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - TJA'yê di daxuyaniya xwe ya têkildarî 5'emîn sala çalakiya Meşa Jinê ya Cîhanê de anî ziman ku rêxistinbûyina jinê tê xwestin bê astengkirin û wiha got:"Divê em di ferqiya vê yekê de bin û em li gor wê têbikoşin. Ji bo em bijîn em li berxwe didin"
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî 5'emîn sala çalakiya Meşa Jinê ya Cîhanê li Amedê daxuyanî da. Aktivîstên TJA'yê beşdarî daxuyaniya li ber avahiya HDP'ê ya Yenîşehîrê bûn. Aktivîsta TJA'yê Kader Uzun li ser navê jinan daxuyanî da. 
 
'Dixwazin rêxistina jinê asteng bikin'
 
Kaderê da zanîn ku ew daxuyaniya xwe li dijî modernîteya kapîtalîst a ji nû ve desthilatdariya mêr derdixe pêş, didin û wiha got:"Saziyên jinan digirin. Bi vê yekê dixwazin rêxistina jinê asteng bikin. Li dijî sîstema nîjadperest, zayendperest, tundiyê li jinê dike û tundiya li ser jinê rewa dike ew ê têkoşîna me ya paradîgmaya jin, ekolojî, demokratîk dewam bike. "
 
'Pergala hevserokatiyê hedef hat girtin'
 
Kaderê da zanîn ku pergala hevserokatiyê hedef hat girtin û wiha got:"Li şaredariyên me bi sîstema hevserokatiyê re beşên jinan, kooperatîfên jinan, navendên şêwirmendiya jinan, xeta tundiyê, muduriyetên jinan hatin avakirin. Loma tundiya li ser jinê kêm bûbû. Bi OHAL'ê re tayinkirina qeyûman û girtina saziyên jinan bûn sedem ku tundiya li ser jinê zêde bibe. Her wiha ev bû sedema newekheviya di navbera jin û mêr de."
 
'Peymana Stenbolê peymana mafê mirovan e'
 
Kaderê bal kişand ser Peymana Stenbolê û wiha got:"Peymana Stenbolê rakirina tundiya li ser jinê û ya di nava malê de hedef dike. Mekanîzmayên parastin û piştevaniyê pêş dixe. Peymana Stenbolê peymana mafê mirovan e."
 
'Ji bo em bijîn em li berxwe didin'
 
Kaderê wiha dewam kir:"Em dibêjin divê Peymana Stenbolê ya ji aliyê Parlamentoya Stenbolê di 1'ê Tebaxa 2014'an de hat îmzekirin têkeve meriyetê. Kesên ku êrişî Peymana Stenbolê dikin naxwazin kesên zihniyeta baviksalarî diparêzin, bên cezakirin. Çimkî ew kes nêzî dewletê ne. Ji bo em bijîn em li berxwe didin."
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.