CÎSST: Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin

  • 14:38 16 Cotmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - CÎSST, derbarê 114 girtîgehên cuda serlêdanên ku hatî kirin kir rapor û di raporê de wiha hat gotin: "Girtiyên di karantînayê de tên hiştin, li erdê radizên. Her wiha li girtîgehên vekirî jî girtî di şertên pir giran de kar dikin. Girtiyên nexweş û kal wan bi zorê didin xebitandin."
 
Komeleya Civaka Sîvîl a Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST), di navbera 15-30'ê îlonê de gilî û serlêdanên ku ji 114 girtîgehên cuda kom kirin, kir rapor û bi raya giştî re parve kir. CÎSST'ê di raporê de cih da name û serlêdanên girtiyan û anî ziman ku demek dirêj e pirsgirêka paqijî, kapasiteyê didome. 
 
CÎSST'ê di raporê de anî ziman ku hewşa hewayê dereng li girtiyan vedikin û piştî pêvajoya Covît- 19 dest pê kir, di demên dawî de li girtîgehan dezenfekte nayê kirin û wiha cih da raporê: "Li hin girtîgehan şibakeyên kawîşan biçuk in. Ji ber vê yekê zêde hewayê nastînin. Hewşê hewayê bi keyfî dereng vedikin. Girtî nikarin ji hewa pawij sûdê bigirin. Dîsa rayedar li gorî rêgezên temase fîzîkî baldar nabin. Pêdiviyên bingehîn ên ragihandinê yên rojname, radyo, TV, pirtûk û amûrên wekî semaver û paqijiyê nadin girtiyan. Amurên paqijiyê pir bi sînor didin girtiyan. Dema maske û lepikan didin wan jî bi pereyekî pir  zêde difiroşin wan. Xwarina didin girtiyan xerab û ji tenduristiyê re nebaş e. Ava girtîgehê qirêj e. Bê navber qut dibe û ava germ nadin girtiyan. Xwarina didin girtiyan hindik û ne paqij e. Ji bo vitamîn û hêzê xwarina bi qewt nadin girtiyan."  
 
'Girtiyên di kantînayê de li erdê radizên'
 
CÎSST'ê di raporê de da zanîn ku girtiyên nexweş terkî mirinê dikin û wiha lê zêde kir: "Ji bo girtiyên nexweş, mezin û di koma rîstê de ne, tedbîr nayên girtin. Girtî bi xwe neçar in tedbîrên xwe bigirin. Gelek bijîşkên nexweşxaneyê di dema xwe de nayên revîrê. Dîsa girtiyên nexweş di dema wan de sewqa wan a nexweşxaneyan nayê kirin. Girtiyên nexweş ên kronîk demek dirêj e wan naşînin nexweşxaneyan. Ji ber vê yekê pirsgirêkên wan ên nexweşiyê zêde bûne. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran û neçar in bi lez biçin nexweşxaneyê, dema vedigerin jî 14 rojan di karantînayê de tên hiştin û neçar in bi tena serê xwe pêdiviyên xwe temîn bikin. Girtiyên di karantînayê de tên hiştin, li erdê radizên. Li girtiyan cezayê ragihandinê dibirin. Girtiyên li girtîgehan dimînin ji ber ku ji malbatên xwe dûr in, malbatê wan nikarin bên ziyaretên wan. Mafê girtiyan ên ziyaretê û hevdîtnê tê binpêkirin."
 
'Girtiyên nexweş û kal bi zorê didin xebitandin'
 
Di rapora CÎSST'ê de hat diyar kirin ku daxwaza girtiyan a guhertina kawîşan tê redkirin û wiha hat gotin: "Girtiyên zextê li wan tê kirin û vê yekê îtîraz dikin cezayê dîsîplînê li wan dibirin. Girtî sirgûnên girtîgehên dûrî malbatê tên kirin. Girtiyên nexweş bi rîngan dibin nexweşxaneyê. Nameyên girtiyan sansur dikin. Her çend bêjin pêvajoya asayîbûnê dest pê kiribe jî li gorî asayîbûnê gav nayê avêtin. Girtiyên li girtîgehên vekirî rojê tenê maskekê didin wan. Gardiyan gotinên nexweş bi girtiyan re dikin. Mafê girtiyan ê telefonê tê asteng kirin û qedexekirin. Girtiyê bi tenê tên hiştin tên tecrîdkirin. Girtiyên nexweş nikarin ji îlacên xwe sûdê bigirin. Girtiyên jin ên zarokên wan hene ji ber vîrûsê zarokên xwe yên 6 salî teslîmî malbatê kirine. Ev yek bandorek neyînî li ser dayikên girtî û zarokên wan çêdike. Li girtîgehên vekirî girtî di şertên pir giran de kar dikin. Girtiyên nexweş û kal wan bi zorê didin xebitandin."