1'emîn Kongreya Yekîtiya Êzidîyên Sûriyeyê dest pê kir

  • 13:47 16 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma "Bi yekîtiya me wê Efrîn û Serêkaniyê rizgar bibin" Kongreya Yekem a Yekîtiya Êzidîyên Sûriyeyê dest pê kir. 
 
Yekîtiya Êzidîyê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi yekîtiya me wê Efrîn û Serêkaniyê rizgar bibin" yekem kongreya xwe li Hola Beylesan a bajarê Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna 200 delegeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin. Hola kongreyê bi wêneyên pakrewanan hatibû xemilandin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê kongre dest pê kir. Paşê qewlê olî ji aliyê zarokên Koma Şehîd Lava Cindo ve hatin gotin. 
Paşê li ser navê Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê Silêman Cefer kongreya yekem pîroz kir û wiha got: "Bi rastî xewin û xeyal bûn ku îro em hemû li vê derê bicivin, kar û xebatên xwe bi hev re bidin meşandin. Em bi salane weke Kurdên Êzidî di bin komkujî û êrîşan de ne, ji bo wê divê em hemû bibin yek da ku em bi ser bikevin. Ji ber destek nikare li çepikan bide. Di demên berê de tirs û hovek li ser me hebû ku em bêjin em Kurdên Êzidî ne. Lê niha ne wiha ye piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û avabûna Rêveberiya Xweser me meclîs û saziyên xwe ava kir. "
 
Piştre sinevîzyonek li ser dagirkeriya Efrîn, Serêkanî û Şengalê hate pêşkêşkirin. Piştî sînevîzyonê peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin.
 
'Kurdên Êzidî bi berxwedana xwe tên nasîn'  
 
Paşê Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed kongreya yekem a Êzidîyan pîroz kir û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Ev kongre di qonaxeke pir girîng de tê lidarxistin û wê bibe wesîleya pêngavek nû. Kurdên Êzidî parçeyek ji dîroka kurd a herî bi êş e. Ev dîrok dîrokeke berxwedan, çand û hebûnê ye. Gelek ferman li ser Kurdên Êzidî pêk hatine, lê di hemû fermanan de jî berxwedanek mezin hatiye meşandin û li kêleka vê qirkirineke mezin jî hate jiyîn. Qirkirin û berxwedana di dîroka Kurdên Êzidî de her didome. Heta roja îro jî statuya Kurdên Êzidî di bin xeteriyê de ye. Ev rastî li Efrîn û Şengalê tê jiyîn. Şengal herî dawî rastî êrîşên DAIŞ'ê hat û li kêleka wê Kurdên Êzidî yên ku li Efrînê dijiyan rastî qirkirin û koçberiyê hatin. Kurdên Êzidî ruxmê  ku Şengal hatibû rizgarkirin lê venegeriyan ser axa xwe. Gelek perçebûn di nava Kurdên Êzidî de derket holê û siyaseteke qirêj li ser Kurdên Êzidî tê meşandin. Ji bo ku Kurdên Êzidî hemû bibin yek û azad bijîn pêwist e hemû destên xwe bikin yek. Bi hêviya ku ev kongre bi encamên girîng bi ser bikeve."
 
'Kurdên Êzîidî ji bo azadî û aştiyê her li ber xwe didin'
 
Paşê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê Sîhan Qiryo axivî  û wiha got: "Em komkujî û qirkirinên ku Kurdên  me yên Êzidî dijîn şermezar dikin. Di her fermanekê de Kurdên Êzidî gelek êş û zehmetî dîtine. Tevî ewqas kiryar û êrîşan jî Kurdên Êzidî berxwedaneke bê hempa meşandin. Ev berxwedan weke serbilindahiyê ye û em hemû pê serbilind in. Kar û xebatên ku îro Kurdên Êzidî didin meşandin ne hesan e, li hember hemû êrîş û kiryaran li ser lingê xwe ne û ji bo azadî û aştiyê her li ber xwe didin. Pêwist e em hemû bi hev re bi hemû netewên xwe ji bo azadî û wekheviyê têbikoşin."
 
Kongre bi guftogoyan dewam dike.