'Rêberê me zindan veguherand zanîngehê'

  • 09:01 16 Cotmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Jinên Mexmurê qedexekirina hevdîtina parêzaran û ya bi telefonê ku 6 mehan ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat raginandin şermezar kirin û gotin:” Divê herkes xwe ji parastin  û îdolojiya Rêber Apo berpirsyar bibine û armanca xwe ya sereke bikin azadiya Rêber Apo ya fizîkî.”
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi salan e li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê tê ragirtin. Dadgeha Înfazê ya Bursayê bi hinceta cezayên hucreyê û “Nexşe Rêya” Ocalan a radestî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye kirin hevdîtin qedexe kiribû. Ji 10'ê Îlonê ve jî hat zanîn ku biryara sînorkirina hevdîtina telefonê ji aliyê Serokatiya Desteya Çavdêrî û Îdareya Miduriyeta Saziya Cezayê Înfazê ya Girtîgeha Îmraliyê ve hatiye girtin û di Îlonê de jî çûna Îmraliyê li parêzeran ji bo 6 mehan qedexe kirin. Jinên wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî li ser qedekirina çûyîna parêzeran û ya hevdîtina bi telefonê ji bo 6 mehan li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
‘Rêberê me zindan veguherand zanîngehê’
 
Jina bi navê Nurcan Orek behsa Tekoşina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan û ya Gelêgelê Kurd kir û got:” Rêbertê me bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin.  Hêzên hegomonik û dewleta faşît a tirk digot qey dema rêberê me dîl were girtin wê tekoşina azadiya kurd têk biçe. Lê rêberê me di demeke pir kin de qomploya lê hat kirin vala derxist û qonaxek nû da despêkirin. Dijmin di nava çar dîwaran de rêberê me tecrid kir, lê rêberê me zindan veguherand zanîngehê.  Bi nivisandina 5 Cilt parêzname rêyeke nû da pêşiya mirovahiyê. Ji ber rêber Apo û gel bi hev re giredayî ye, her ku diçe tecrida li ser Rêber Apo girantir dikin û dixwzin gel û Rêber Apo ji hev qut bikin. Lê em Gelê Kurd em ê planên dijmin vala derbixin. Divê herkes xwe ji parastin û îdolojiya Rêber Apo berpirsyar bibîne û  armanca xwe ya sereke bikin azadiya Rêber Apo ya fizîkî.”
 
‘Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e’
 
Nurcan Orek di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Pewist e em bibin yek û bi çalakiyan dengê xwe bilind bikin. Bi taybet jî jinên kurd û bi giştî hemû ji bo azadiya Rêberê me têkoşînê bidin. Ji ber ku azadiya Rêbertê me azadiya tevahî jina ye.”
 
‘Divê em piştgiriyê bidin pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’
 
Jina bi navê Çimen Kaplan jî banga yekitiyê li Gelê Kurd, taybet li jinên Kurd kir û wiha got:“ Ev 22 sal e her ku diçê tecrîda li ser Rêber Apo girantir dikin. Rêber Apo ne tenê serokê neteweykî ye ew rêberê gelan e.  Bi tecrîtkirina Rêber Apo re tevahî gelan tecrit dikin. Ji ber vê jî pêwiste hemû jin rabin ser piyan.  ji ber kû Rêberê me hertim mafê jinan parastiye. Pêwist e em ku em piştgiriyê bidin pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’. Mafê ku ji bo hemû girtiyan tên dayîn çima ji bo Rêber Apo nayên dayîn. Dewleta tirk bi alikarîya dewletên din dixwaze gel û rêberê me ji hev veqetêne. Lê bila baş bizanin ku tucarî gel û Serok Apo ji hev nayên qutkirin. Ji ber ku bi giştî dewlet ji Rêber Apo ditirsin, hertim dixwazin bi tecrîde Rêberê me be deng bikin. Ji bo ku em serokê xwe azad biin pêwistê em bibin yek û yekitiyê xwe xurt bikin.”