Jinan ji bo xwedîderketina doza Îpek Er bang kirin

  • 08:44 16 Cotmeh 2020
  • Rojane
STENBOL- Meclîsa Jinê ya Stenbolê ya HDP'ê û TJA'yê têkildarî doza bersûcê tecawuzê çawişê pispor Mûsa Orhan a ew ê îro bê dîtin banga "Edaleta rast pêk bînin, tecawizkar û kujer Mûsa Orhan bigirin" kirin. 
 
Meclîsa Jinê ya Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) berî rûniştina bersûcê tecawuzê çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedem ku Îpekê xwe bikuje, li ber rêxistina HDP'ê ya Kartalê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Bila Mûsa Orhan ê tecawizkar bê girtin" hat hilgirtin. Her wiha dowîzên bi nivîsên "6284'ê pêk bîne","Ne edaleta mêr edaleta rast" hatin hilgirtin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Kartalê, Munevver Berk ve hat xwendin. 
 
Berî daxuyaniyê hat gotin ji avakirina HDP'ê heta niha HDP li gel zarok û jinên tundî li wan tê kirine. 
 
'Diyar e ku daraz di nava lepên kê de ye'
 
Munevverê di daxuyaniyê de anî ziman ku bersûc bi bêcezabûnê û daxistina ceza tên xelatkirin û wiha got:"Mûsa Orhan ji leşkeriyê hat îxrackirin lê belê hîn nehatiye girtin. Ev jî nîşan dide ku mekanîzmaya darazê di destên kê de ye. Em ji heyeta dadgehê dibêjin 'Edaleta rast pêk bînin, tecawizkar û kujer Mûsa Orhan bigirin'."
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat xwestin bersûcên Nadira Kadirova û Gulîstan Doku bên darizandin. 
 
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmên "Nebe hevparê sûc","Ne edaleta mêr edaleta rast" bi dawî bû.